Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin. Hejmara nexweşan bi vî rengî gihîşt 1.343 kesî.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa têkildarî bîlançoya dawî ya şewba vîrûsa koronayê ya li herêmê agahî da.

Mistefa diyar kir ku 39 kesên din li herêmê bi vîrûsê ketine ku 21 ji wan mêr in, 18 jî jin in.

Hate ragihandin ku 16 kesên bi vîrûsê ketibûn jî rewşa wan a tenduristiyê baş bûye.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 343 kes bi koronayê ketine, ji wan 55 kes mirine û 379 jî baş bûne.