Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên ji ber vîrûsa koronayê mirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin, 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 39 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin, 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa têkildarî rewşa dawî ya belavbûna vîrûsa koronayê li herêmê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 2 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniyê 39 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine.
Ciwan Mistefa her wiha ragihand ku 7 kesên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.
Hejmara giştî ya nexweşên bi vîrûsa koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hezar û 398 e, jê 61 kes mirin û 397 jî baş bûne.