Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê sala 2020: Êrişên îdeolojîk û berxwedan

Sala 2020'î saleke welê bû ku êrişên îdeolojîk ên li ser Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Berxwedana li dijî van êrişên li dijî cewhera şoreşê dewam kir.

Di sala 2020'î de ku bi bandora dagirkeriya li ser Girê Spî û Serêkaniyê dest pê kir, êrişên piralî û konvansiyonel ên li ser şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewam kirin.

Li gel êrişên siyasî, leşkerî û dîplomatîk, her wiha ji bo derxistina ji rê ya şoreşê, êrişên îdeolojîk jî hatin kirin.

Êrişên li ser stratejiya "neteweya demokratîk" û "rêya sêyemîn" ku havêna şoreşê ne, bi rengekî piralî dewam kirin. Xwediyên şoreşê jî karîbûn gelek ji van êrişan têk bibin.

Çend ji sernavên rojeva dîplomasiyê, siyasî û leşkerî ya sala 2020'î ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ne:

YEKÎTIYA NETEWEYÎ: HEVKARÎ YAN JÎ PARVEKIRIN?

Di navbera partiyên Kurd ên li Rojava û ENSK a ser bi dewleta Tirk ve, bi însiyatîfa QSD'ê û navbeynkariya DYE û Fransayê hevdîtinên ji bo yekîtiyê salekê dewam kirin.

25 partiyên li nava Rêveberiya Xweser di 19'ê Gulanê de li hev kom bûn û Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd (PYNK) ava kirin.

PYNK û ENKS'ê di 17'ê Hezîranê de li Qamişloyê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku di çarçoveya xalên peyman Duhokê ya sala 2014'an de (Rêveberî, Hevkarî, Ewlekarî û Parastin) hemfikir bûne.

Piştî serdanên ENKS'ê yên li Hewlêr û Enqereyê, li ber perwerdeya Kurdî û sîstema hevserokatiyê rabû û "Nîv bi nîv parvekirina Rojava" ferz kir, ku ev yek bû sedem car carna hevdîtin bixitimin.

XEBATÊN DÎPLOMATÎK: NEGIHÎŞT ASTA KU TÊ XWESTIN

Li gel astengiyên ji ber şewba vîrûsa koronayê, Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di nava salê de hem li hundir hem jî li derve hevdîtinên dîplomatîk dewam kir.

Nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li Misir, Îmarat, Lubnan, Iraq û gelek welatên Ewropayê hevdîtin kirin û li 8 welatên Ewropayê nûnertiya xwe ava kirin.

Di nava salê de ji Swêd, Belçîka, Fransa, DYE, Awûstûrya, Arnavût, Fînlandiya, Ozbekistan û Tacîkistanê gelek heyet hatin serdana Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê.

Heyetên ji Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî li Ewropa, Asya û Emerîkayê serdana gelek welatan kirin. Her wiha gelek civîn û hevdîtinên onlîne jî li dar xistin.

Di 31'ê Tebaxê de heyeta MSD'ê li Moskowayê bi Partiya Îradeya Gel a Sûriyeyê re mohra xwe danî binê mutabaqatê û piştre jî bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir.

MSD'ê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî piştî gelek civînan konferans li dar xist.

QANÛNA SEZAR: QANÛNA ŞERÊ ABORIYÊ

Qanûna Sezar ku 17'ê Hezîranê de li dijî aboriya li Sûriyeyê hate amadekirin, ji aliyê DYE'yê ve bi cih hate anîn. Dolarekî Emerîkî ku destpêka sala 2020'î bi 500 lîreyên Sûriyeyê bû, di dawiya salê de gihîşt 3000 lîreyê Sûriyeyê.

Yekîtiya Ewropayê di 17'ê Sibatê de 8 karsazên Sûriyeyî û 2 sazî xiste lîsteya pêkanînan.

DYE'yê di 18'ê Adarê de Wezîrê Parastinê yê rejîma Sûriyeyê Alî Abdullah Eyyûb xiste lîsteya pêkanînan.

Qanûna Sezar destpêkê li dijî Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û hevsera wî Esma Esad jî di nav de li dijî 39 kesayet û saziyên Sûriyeyê kete meriyetê, piştre jî bandor li gelê Sûriyeyê kir.

Di pêkanînên DYE'yê de ku 6 mehan carekê divê bên nûkirin, di 22'ê Kanûnê de jî 2 rayedarên rejîma Şamê, 9 şîrket û Bankaya Navendî ya Sûriyeyê li lîsteya pêkanînan hatin bicihkirin.

HEVDÎTINÊN LI SER SÛRIYEYÊ: HEVDÎTINÊN NEÇARESERIYÊ YE

Rêze hevdîtinên li qada navneteweyî yên bi îdîaya çareseriya krîza siyasî ya Sûriyeyê pêk dihatin, sala 2020'î jî dewam kirin.

Di navbera Rûsya û dewleta Tirk de 16, di navbera DYE û Tirkiyeyê de 19 û di navbera DYE û Rûsyayê de jî 2 hevdîtin pêk hatin.

Bi beşdariya Îngilistan, Elmanya, Fransa û dewleta Tirk (ya destpêkê meha Çileyê, ya duyemîn jî meha Adarê bi rêya vîdeokonferansê bû) du civînên bilind pêk hatin. Her wiha di nava salê de li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KEN) 11 rûniştinên li ser Sûriyeyê hatin lidarxistin.

Bi formata Astanayê, civînên navbera Rûsya, Îran û dewleta Tirk bi du hevdîtinan (22'ê Nîsanê û 7'ê Tîrmehê) dewam kirin.

HEVDÎTINÊN LI SER DESTÛRA BINGEHÎN: HEWLDANÊN DESTÛRA BINGEHÎN ÊN BÊYÎ KURDAN

Li Komîteya Destûra Bingehîn ku bi hevdîtinên navbera Rûsya, Îran û dewleta Tirk ava bû, Kurd û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku temsîla 5 milyon mirovî dike, li derve hatin hiştin.

Komîteya Destûra Bingehîn ku li Soçî hate avakirin û derbasî Cenevreyê hate kirin, di salên 2019 û 2020'î de 3 civîn (Adar, Tebax û Mijdar-Kanûn) pêk anî.

Civîna çaremîn û ya dawî di 4'ê Cotmehê û 30'ê Mijdarê de hate lidarxistin û çeteyên ser bi dewleta Tirk qet qala şertê "hikumeta derbasbûnê" ya li gorî biryara 2254 a KENY nekirin.

PIRSGIRÊKA IDLIBÊ: HEM VEKIŞÎN HEM VEGUHASTIN

Li Idlibê ku veguheriye girêka kor a şerê Sûriyeyê, di sala 2020'î de şerekî dijwar qewimî jî be rejîma Sûriyeyê û piştevanên wê bi temamî negihîştin armanca xwe.

Rejîma Sûriyeyê piştî sersalê bi piştgiriya Rûsya û Îranê operasyonên li ser Idlibê zêde kir, bajarokên Maaret El Nûman û Seraqib, rêya M5 û gelek herêmên li rojavayê Helebê kontrol kir.

Meha Sibatê balafirên şer ên Rûs û rejîmê li artêşa Tirk xistin, bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin. Bi giştî 8 nuqteyên çavdêriyê yên Tirk di nava dorpêçiyê de man.

Dewleta Tirk hawara xwe gihand NATO'yê, lê ji ber ku piştgiriya leşkerî ya li bendê bû nekarî werbigire berê xwe da Moskowayê.

Pûtîn 5'ê Adarê Erdogan û kabîneya wî destpêkê li ber derî hişt, piştre jî li ber lingê Katerîna 2'emîn xist rêzê û 5'ê Adarê agirbest îmze kir.

Bi dawiya salê re, rejîma Erdogan ku destpêkê digot "Divê rejîm xwe ji nuqteyên me yê çavdêriyê vekişîne", bi xwe ji 8 nuqteyên çavdêriyê vekişiya.

Lê belê li herêmên ku artêşa Tirk dagir kiriye zêdeyî 60 baregehên leşkerî hene.

TRANSFERA ÇETEYAN: DEWLETA TIRK ÇETE LI DINYAYÊ BELAV KIR

Dewleta Tirk, çeteyên ku li dijî Kurdan û gelên Sûriyeyê bi her awayî sûcên şer kirin, weke amûreke gefxwarinê li dijî dinyayê bi kar anî.

Di nava salê de dewleta Tirk bi hezaran çeteyên ji Sûriyeyê derbasî Lîbya û Qerebaxê kir.

Hîn nehatibe piştrastkirin jî tê gotin ku dewleta Tirk çeteyên ji Sûriyeyê şandiye Keşmîr, Qatar û Sûdanê.

SÛÎQESTÊN LI DIJÎ LÎDERÊN EŞÎRAN: ÊRIŞ LI DIJÎ TIFAQA KURD Û EREBAN HATE KIRIN

Ji bo têkbirina tifaqa Kurd-Ereb ku havêna şoreşê ye, di sala 2020'î de êrişên giran hatin kirin.

Meha Tîrmehê bi taybetî li Dêra Zorê êriş zêde bûn û bi sûîqestê gelek êriş li dijî reîsên eşîran ên Ereb hatin kirin.

Lê belê eşîrên Ereb daketin qadan, dengê xwe bilind kirin û fitneya ku dewleta Tirk, rejîma Sûriyeyê û komên çete li pişt bû, têk birin.

GUHERTINA DEMOGRAFÎK: KIRYARÊN TIRKKIRINÊ DEWAM KIR

Dewleta Tirk sala 2020'î jî li Efrîn, Cerablûs, Bab, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî guhertina demografîk dewam kir.

Çete û malbatên wan ên ji herêmên cuda hatin anîn li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi taybetî hatin bicihkirin.

Di bi navê Tirkmenan de gelek çete li xeta sînor hatin bicihkirin, hewl hate dayin ku li herêmê 'Kembereke Tirkmenan" biafirîne.

EFRÎN: SÛCÊN ŞER BÊNAVBER DEWAM KIRIN

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê yên ji bo guhertina demografiyê, kuştin, birîndarkirin, revandin, êşkence, destavêtin, xerakirina warên dîrokî û goristanan, birîna darên zeytûnê û talankirina zeytê di sala 2020'î de zêdetir bûn.

Di nava salê de jin, zarok û extiyar jî di nav de bi dehan kes hatin kuştin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di nava salê de 805 jin hatin revandin, 54 jin hatin kuştin. Meha Gulanê 11 jin li girtîgehên çeteyan hatin dîtin.

Bi sedan mirov ji aliyê çeteyan ve ji bo fîdyeyê hatin revandin, êşkenceyên giran li wan hatin kirin û bi qasî ku hate tespîtkirin herî kêm 4 kes bi êşkenceyê hatin kuştin.

Gelek qadên dîrokî mîna Girê Istêr, Girê Cirnas, goristana Şêx Mihemed, Girê Dêrsiwan, Til Eqreb û Siros bûn hedefa dagirkeran.

Kurdên li bajêr man di nava salê de jî bi zorê hatin koçberkirin, Mala Êzidiyan a li navenda bajêr kirin qursa Quranê.

Tevahiya salê bi qasî ku hate tespîtkirin herî kêm 36 hezar darên zeytûnê hatin birîn, zeytûn û zeyta Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate talankirin.

ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK: ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ DEWAM KIRIN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete di nava salê de bi taybetî li herêmên Şehba, Minbic, Eyn Îsa, Kobanê, Til Temir, Zirgan û Dêrikê dewam kirin.

Bi van êrişên ku bi SÎHA û bi çekên giran hatin kirin, zarok û jin jî di nav de bi dehan sivîl hatin qetilkirin.

HRE: ZAROKÊN EFRÎNÊ ÇALAKIYÊN XWE DEWAM KIRIN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di nava salê de li Efrîn, Ezaz, Marê, El Raî û Babê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeran zêde kirin.

Li gorî bîlançoya HRE'yê di nava salê de 144 çalakî hatin lidarxistin, 302 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin, zêdeyî 300 çete û leşker jî birîndar bûn.

OPERASYONÊN LI DIJÎ DAÎŞ'Ê: QSD'Ê TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ DEWAM KIR

QSD'ê di nava salê de operasyonên li dijî hucreyên razayî yên çeteyên DAÎŞ'ê dewam kir.

Bi piştgiriya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê, di çarçoveya "Pêngava Bidawîkirina Terorê" de du operasyonê berfireh hatin lidarxistin.

Di navbera 4-10'ê Hezîranê de operasyona destpêkê li 150 gundan hate kirin û 110 gumanbarên DAÎŞ'ê hatin destgîrkirin.

Operasyona duyemîn jî di navbera 17-21'ê Tîrmehê de pêk hat û 11 gumanbarên DAÎŞ'ê hatin destgîrkirin.

her wiha li Hesekê, Dêra Zorê û Reqayê di 25 operasyonên cuda de 68 gumanbarên DAÎŞ'ê hatin destgîrkirin.

MALBATÊN DAÎŞ'IYAN: CIVAKA NAVNETEWEYÎ JI NEDÎTÎ VE TÊ

Bi hezaran endam û malbatên DAÎŞ'iyan ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo herêmê hîn jî pirsgirêk in.

Civaka navneteweyî ji bo darizandina DAÎŞ'iyan gavê neavêje. Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku eşîr bûn kefîl di meha Cotmehê de 631 gumanbarên DAÎŞ'ê tehliye kir.

Dadgehên Parastina Gel ji sala 2014'an ve 7 hezar gumanbarên DAÎŞ'ê yên Sûriyeyê dadgeh kirin.

Di nava sala 2020'î de 200 jê zarok û 29 jin ên biyanî yên DAÎŞ'î radestî nûnertiyên welatên biyanî hatin kirin.

Lê belê hîn jî li kampên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 8 hezar zarokên DAÎŞ'iyên biyanî, 20 hezar ên Iraqî, 21 hezar ên Sûriyeyî bi giştî 49 hezar zarok hene.

PROPAGANDA REŞKIRINÊ YA PDK'Ê: HEVKARIYA PDK-DEWLETA TIRK A LI DIJÎ ROJAVA

Li gel polîtîkaya dijminane ya dewleta Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî sala 2020'î li dijî Rojava giranî da ser propaganda reşkirinê.

PDK'ê ku ji aliyekî ve hewl da destketiyên şoreşê bi destê ENKS'ê tune bike, li aliyê din jî li gel dewleta Tirk êrişî Rojava dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yê PDK'î meha Kanûnê di axaftina xwe ya bi Nûnerê Taybet ê DYE'yê yê ji bo Sûriyeyê Joel Raybûrn de îdîa kir ku piştgiriya ji bo QSD'ê tê dayin diçe ji PKK'ê re.

Rojek piştî vê daxuyaniyê Serbest Lezgîn ê PDK'î bi navê Wezareta Pêşmergeyan daxuyaniyek da û îdîa kir ku YPG'ê êrişî Pêşmergeyan kiriye. YPG'ê diyar kir ku ev îdîa derew e.

Li ser vê yekê Mesrûr Barzanî bi rayedarên DYE'yê re axivî û ji wan xwest ku leşkerên Emerîkî li ser sînorê Rojava û Başûr bên bicihkirin.

QUTKIRINA AVA ELOKÊ: DIJMINÊ LI BER AVÊ!

Dewleta Tirk li gel êrişên xwe yê leşkerî, siyasî û dîplomatîk, her wiha av jî weke çekê li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi kar anî.

Dewleta Tirk ku havînê ava çemê Firatê birî, piştî ku Serêkaniyê dagir kir, ava ji Stasyona Elokê diçe Hesekê gelek caran birî.

Dewleta Tirk bi vî rengî milyonek û 200 hezar mirov bêav hişt. Ava Hesekê zêdeyî meheke hîn jî hatiye qutkirin.

COVÎD-19: LI GEL BÊDERFETIYAN JÎ TÊKOŞÎNEKE SERKETÎ HATE MEŞANDIN

Şewba Covîd-19 mîna tevahiya cîhanê bandor li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir.

Li Sûriyeyê di 22'ê Adarê de li Şamê nexweşê destpêkê hate destpêkirin. Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya tedbîrên dijî vîrûsa koronayê de yekemcar derketina derve qedexe kir.

Heta dawiya salê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 8 hezar kes bi vîrûsê ketin, 270 kesî jiyana xwe ji dest dan.