Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 63 kesên din bi vîrûsê ketin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 24 saetên dawî de 63 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa li ser rewşa dawî ya şewba vîrûsa koronayê ya li herêmê daxuyaniyek da.

Mistefa diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de wan 63 kesên bi vîrûsê ketine tespît kirine. Hate ragihandin ku di nava rojê de 9 kes jî ji vîrûsê rehet bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara kesên bi vîrûsê ketin gihîşt 903 kesî. Hetan iha 46 kesî jiyana xwe ji dest dane. Hejmara mirovên ji vîrûsê rehet bûne jî 291 kes in.