Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 41 kesên din bi vîrûsê ketin

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 41 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin. Hejmara nexweşan hezar kes derbas kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa li ser rewşa dawî daxuyaniyek weşand.

Mistefa diyar kir ku 41 kesên din li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsa koronayê ketine, ku 21 ji wan mêr in, 20 jî jin in.

Ciwan Mistefa ragihand, ji nexweşên berê 4 kes baş bûne.

Heta niha hezar û 7 kes li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi vîrûsa koronayê ketine.

Ji kesên nexweş ketine 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rewşa 313 nexweşan jî baş bû.