Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsê mirin

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. 52 kes jî bi vîrûsê ketin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa daneyên dawî yên li ser belavbûna vîrûsa koronayê li herêmê belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 3 kesên din ên bi vîrûsa koronayê ketibûn jiyana xwe ji dest dane.

Ciwan Mistefa da zanîn ku 52 kesên bi vîrusê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 670 kes bi vîrusa Korona ketine, ji wan 67 kesan jiyana xwe ji dest dane û 437 kes jî baş bûne.