Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 3 kesên din ji ber vîrûsa koronayê mirin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 3 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 58 kes jî bi vîrûsê ketine.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 3 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 58 kes jî bi vîrûsê ketine.
Hevserokê desteyê Ciwan Mistefa diyar kir ku her 3 kesên ku ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane, mêrek û jinek ji Hesekê û mêrek ji Qamişlo ne.
Mistefa da zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê 58 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 31 mêr in û 27 jî jin in.
Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 16 kesên ku berê bi koronayê ketibûn jî baş bûne.
Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezar û 209 kes bi koronayê ketine, ji wan 55 kesan jiyana xwe ji dest dane û 350 kes jî baş bûne.