BI DÎMEN

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 1,5 milyon îmze hatin komkirin

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ragihand ku di kampanya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku 9'ê Sibatê hate destpêkirin, heta doh 1,5 milyon îmze hatin komkirin.

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr diyar kir ku îmzeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne komkirin wê berhevkirina wan di 4'ê Nîsanê de bi dawî bibe û radestî Konseya Ewropayê bêne kirin.

Ferzende Mûnzûr ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku 9'ê Sibatê ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemû bajaran komîte ava kir û dest bi kampanya îmzeyan kir.

Mûnzûr ragihand ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di asta seferberiyê de kar tê kirin û got, "Di çarçoveya kampanyayê de ku bala gel dikişîne, li nava malan, li saziyan îmze têne komkirin, stant têne danîn. Heta niha 1,5 milyon îmze hatine komkirin. Kampanya îmzeyan wê heta 4'ê Nîsanê dewam bike."

NAME JI BO 11 SAZIYÊN TENDURISTÎ Û HIQÛQÊ

Ferzden Mûnzûr anî ziman ku têkildarî binpêkirinên hiqûqî yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan destpê kirine ku ji 11 saziyên Doktorên Sînornenas, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, Rêxistina Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Mafên Mirovan (Hûman Rîghts Watch-HRW) û got, "Rêber Apo temsîla gelekî dike, çarenûsa siyasî diyar dike. Li hemberî Rêber Apo binpêkirinên cidî yên hiqûqî hene. Di pêngavê de ku 29'ê Sibatê destpê kir, wê ji saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re name bêne şandin. Ev pêngav bi pêşengiya Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re pêk tê."

CPT LI GORÎ TIRKIYEYÊ TEVDIGERE

Ferzende Mûnzûr bi bîr xist ku şandeya CPT di navbera 13-22'ê Sibatê de serdana Tirkiyeyê kir, lê belê neçû Îmraliyê û got, "Îmrali navenda êşkenceya herî giran e. Di demekê de ku gelê Kurd û dostên wan li dijî êşkenceyê, ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî dengê xwe bilind dikin, mixabin CPT diçe Tirkiyeyê lê belê serdana Îmraliyê nake. CPT li gorî berjewendiyên siyasî yên Tirkiyeyê tevdigere. Dûrî wezîfe û berpirsyariyên xwe ye. Divê CPT careke din biçe Tirkiyeyê û bi lez serdana Îmraliyê bike. Di nava mehekê de zêdeyî çar caran li Marmarayê erd hejiya. Divê Rêber Apo karibe tavilê parêzer û malbata xwe bibîne. Em nizanin bê li Îmraliyê çi dibe. Divê CPT wezîfeya xwe pêk bîne."