Tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê gav bi gav hatine zêdetkrin, bi biryara ''qedexeya derketina derve' ya Rêveberiya Xweser bêhtir hatin jidandin. Li herêmê heta vê gavê li ser kesî tespîta koronayê nehatiye kirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji ber gefên vîrûsa koronayê pêşî derî girtibû, navber abûn perwerde û hin bername û çalakî qedexe kiribû, li her herêmê maseyên krîzê danîbû û xebatên dermankirinê dabû destpêkirin.
Lê Rêveberiya Xweser ji ber gefa vîrûsa koronayê li welatên cîran û derdorê zêdetir bû, biryar stand ku ji 23'yê Adarê û wir ve biryara qedexeya derketina derve stand.
Qedexe wê 23'yê Adarê dest pê bike. Me tevdîrên şexsî, zehmetiyên ji ber qedexeyê û aliyê wê yê darayî ji gel pirsî. Hevserokê Komîteya Tendiristiyê ya Rêveberiya Xweser a Baku-Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa jî haziriyên xwe gotin.
SÛK SIVIK BÛYE
Esnafê bi navê Kamilo Lalo got ji ber hêla vîrûsa koronayê çûnûhatina li sûkê kêm bûye, li gorî pêşniyaran ew tevdîrên şexsî digirin û got, ''li nav gel tirsek heye'' û vê bandora xwe li ser bazariyê jî kiriye.
VÎRÛSÊ LI ABORIYÊ JÎ DA
Welatiyê bi navê Ekrem Mistefa jî got piraniya gelê herêmê hejar e û bi qedexeya derketina derve re ew nema dizanin bê ka wê çilo debara xwe bikin û got, ''Herî 10 ji 100'î yê gel rewşa wan a aborî baş e. Wekî dî her kes rojane dixebite û debara xwe dike. Heke qedexeyeke wiha çêbibe, em ê çawa debara xwe bikin?''
'DEMA MIROV HEJAR BE TEVDÎR BÊHTIR ZEHMET IN'
Welatiyê bi navê Azad Mihemed Mirad jî got, ''tevdîr zehmet in, dema ku mirov hejar be hê bêhtir zehmet in'' û domand: ''Li malê qût nîne, dema ku zarok nan bixwazin ji mecbûrî rojane divê ez bixebitim da ku debara xwe bikim. Ji ber vê divê li vê jî were fikirandin.''
'KOMUN DIVÊ BÊHTIR WERIN AKTÎVKIRIN'
Hevserokê Komunê welatiyê bi navê Evdilxenî Taha jî got rêxistiniya herêmê bi komunan e û ev pêşniyarî li Rêveberiya Xweser kir: ''Divê komun werin çalakkirin. Divê di ser komunan re rewşa aborî ya gel were şopandin. Rêveberiya Xweser divê bi komun, meclîsên nehyetan û meclîsên kantonan re bi koordîne bixebite.''
PORBIR JÎ TEVDÎRAN DISTÎNIN
Porbirê bi navê Bawer Ehmed jî got wan hinek tevdîr standine, lepikan dixin destê xwe, maske didin ber devê xwe û amûrên xwe jî dezenfekte dikin.
GIHANDINA GIŞTÎ HATE RAWESTANDIN
Ji ber hêla vîrûsa koronayê Rêveberiya Xweser biryar standibû ku seferên wesayitên giştî werin sekinandin. Li bajêr gihandin bi giştî bi texsiyan dibe, ajokarên texsiyan dibêjin rewşa wan baştir e, lê ew jî tevdîrên xwe distînin.
'ROJANE EM WESAYITÊN XWE PAQIJ DIKIN'
Taksîvanê bi navê Mihemed Xelîl diyar kir ku ew rojane wesayitên xwe paqij dikin û têkildarî pîvanên divê mirov hay jê hebin hişyariyê didin rêwiyan. Ajokarê taksiyê yê bi navê Bavê Mîtan jî buroşurên Komîteya Tenduristiyê nîşan da û diyar kir ku wî ev yek bi taksiya xwe ve kiriye.
'TIRS HEYE, LÊ NE HÊJAYE BÊ NEPIXANDIN'
Ajokarê taksiyê yê bi navê Remezan Eshed anî ziman ku ew li gorî hişyariyên di televîzyonan de tên kirin tevdigerin û got, "Tirs heey, lê belê nehêjaye bê nepixandin. Em tevdîrên xwe digirin, em ê binerin bê çi bibe?"
DR. MISTEFA: HETA NIHA LI BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ TI NEXWEŞ NEHATIYE TESPÎTKIRIN
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa diyar kir ku li cîhanê ti welat bi temamî ji vîrûsa korona re ne amade ye. Mistefa ragihand, tevdîrên bên standin bi du alî ne û got, "Yek ji van ew tevdîr e ku her welatî werbigire, ya din jî tevdîrên Komîteya Tenduristiyê û saziyên pêwendîdar e."
Dr. Ciwan Misttefa anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha wan ti nexweşên bi vîrûsê tespît nekirine û got, li hemberî rewşeke gengaz ew amadekariyên xwe yên personelan û navendên tenduristiyê didomînin:
'EM BI DOKTORÊN SÎNORNENAS RE DIXEBITIN'
Ciwan Mistefa diyar kir, li hemberî rewşeke gengaz a şewbê ti pêwendiyeke wan bi rêveberiya Şamê re nîne, Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê xwe nade ber têkoşîneke hevpar a li dijî vîrûsê û got, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî "ji ber herêm ne xwedî statuyeke fermî ye" nakeve nava hewldaneke hevpar.
Mistefa diyar kir ew bi Doktorên Sînornenas re karekî hevpar dikin û got, "Em bi wan re bi koordîneyî dixebitin. Li vir hîn doktorên wan hene û bi seferberiyeke mezin ji bo tenduristiya gel têdikoşin."
HEVSEROKÊ KOMÎTEYA TENDURISTIYÊ PÊŞNIYAR LI GEL KIR
Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku têkoşîna herî mezin a li dijî vîrûsê ji aliyê civakê ve dikare bê kirin û ev pêşniyar kir: "Beriya her tiştî divê mirov paqijiya xwe ya şexsî bikin, hay ji paqijiya malê û derdorê hebin. Divê mirov li gorî pîvanên hatine destnîşankirin tevbigerin. Her kes li dijî vê vîrûsê hem şervaneke hem jî doktorek."
'EM Ê PIŞTGIRIYA JI BO GELÊ XWE EŞKERE BIKIN'
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li ser biryara qedexeya derketina derve got, "Ev biryar gelekî hate nîqaşkirin û hîn jî tê nîqaşkirin. Em ê bi her rengî xwedî li gelê xwe derkevin. Em ê alîkariyê bidin gelê xwe. Rojên bê em ê vê yekê bi raya giştî re parve bikin."