Li bajarên Herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk hatin protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kobanê û Girê Spî li bajarên cûda yên Herêma Cizîrê ji aliyê deh hezaran kesî ve bi çalakiyan hate protesto kirin.

Li Herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Girê Spî û Kobanê bi çalakiyan hatin protesto kirin.

Li Hesekê, Zergan, Dêrik, Qamişlo û Amûdê bi hezaran ciwan daketin qadan. Ciwanan nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirk dan û ragihandin ku heta dawiyê wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk liber xwe bidin.

HESEKÊ

Bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) li Çarxerêya Sînalka bi sedan ciwan li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk protesto kirin. Di meşê de alên YCR, YJC û posterên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsên "Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê serî hilde" hatibûn vekirin.

Ciwanan bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê berzkirin.

Meş li çerxeriya Îtfaiyê rawestiya. Li vir ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin.

Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Delîla Jiyan axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî şermezar kir. Piştre Rêvebera YJC Ciwan Delîla axivî û got; “Sibe 1‘ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê ye. Erdogan hewl roja dîrokî reş bike. Wê pilanên wî li hemberî berxwedana gelê herêmê têk biçe."

Jiyan anî ziman ku ew li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û dê berxwedana xwe dewam bikin ta azadiyê bi dest bixînin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

DÊRIK

Li ser vexwendina Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Dêrikê ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kantonên Girê Spî û Kobanê bi sedan şêniyên herêma Dêrikê li qada Şehîdan a bajêr kom bûn.

Daxuyaniya Yekitiya Jinên Ciwan ji aliyê Sara Cûdî ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ên li ser Kobanê û Girê Spî piştî ku çeteyên DAÎŞ‘ê ber bi dawîbûnê ve diçe pêk hat. Tirkiyê bi van êrîşên xwe hewl dide moral bide çeteyan.Em rê nedin ku tu hêz ku xaka me, çanda me û nasnmeya me dagirker bike û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

ZIRGAN

Ciwanên navçeya Zerganê ya kantona Hesekê bi heman armancê daxuyanî dan.Daxuyanî bi amadebûna bi dehan ciwanên navçeyê li ber avahiya Navenda Ciwanan hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê berdevkê ciwanên navçeya Taha Îso ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên Tirkiyê yên li ser Kobanê û Girê Spî hate şermezarkirin û hate gotin ku ev êrîş di heman demê de êrîş li ser tevahî Bakurê Sûriyeyê.

Taha Îso di berdewama daxuyaniyê de bang li rêxistinên navdewletî yên mafê mirovan kir ku li hemberî binpêkirinên Erdogan ên li dijî gelê Bakurê Sûriyê erka xwe bi cih bînin û Erdogan di dadgehên navdewletî were darizandin

QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşemaya "Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê Serî Hilde" li navçeya Amûdê û bajarê Qamişlo du meşa lidar xistin. Di meşê de êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Kobanê û Girê Spî hatin şermezarkirin.

Bi sedan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ji çerxeriya Osman Sebirî ya rojavayê bajarê Qamişlo ber bi çerxeriya Şehîda Rûbar ve dest bi meşê kirin.

Li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo endamên Yekitiya Jinên Ciwan ji pêşiya navenda ciwanan ber bi qada Şehîd Cîhad ve dest bi meşê kirin.

Di meşê de alên ciwanan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên "Li dijî dagirkeriya Tirkiyê serî hilde" hatibûn vekirin. Her wiha dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ, YPG û QSD‘ê beriz dikin.

Meşa li Qamişlo li çerxeriya Şehîd Rûbar rawestiya û ya navçeya Amûdê li Qada Şehîd Cîhan rawestiya.

Piştre daxuyaniya Yekitiya Jinên Ciwan hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk dagirker ên li ser Kobanê û Girê Spî hatin şermezarkirin û hate gotin ev êrîşê berdewama êrîşên DAÎŞ‘ê yên li ser Rojava û Bakurê Sûriyê ye.

Jinên ciwan di daxuyaniyê de soz dan ku ew ê li hemberî êrîşên berxwedana geştir bikinû xwîna şehîdan li erdê nehêlin.