Li bajarê dîrokî Til Rifatê zextê li Kurdan dikin

Kurdên ku ji ber dagirkeriya Tirk çûne herêma Şehbayê, bajarê dîrokî Til Rifatê, vê carê jî rejîma Şamê zextê li wan dike.

Beşek ji sivîlên ku ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wan neçar man ku ji Efrînê derkevin xwe li Til Rifatê girtin. Li vê herêmê hem hêzên Kurdan û hem jî yên rejîmê hene. Li qadên ku rejim lê hene zextê li Kurdên mexdûrê şer dikin.

Li gorî agahiyan hêzên rejîmê bi taybetî zextê li ciwanan dikin û hewl didin ku wan bi zorê bikin leşker. Ên ku qebûl nakin têne binçavkirin. Li navenda Efrînê jî Tirk û çeteyên wan heman tiştî dikin. Ji bo ciwanên li bajêr mane an jî dixwazin vegerin du vebijêrkên dijî miroviyê têne diyarkirin û dibêjin, an hûn ê tevlî OSO bibin an jî biçin girtîgehê.

BAJARÊ DÎROKÎ TIL RIFAT

Til Rifat di şerê Sûriyê de tim bû hedefa êrîşan. Ev bajar di dîrokê de xwedî cihekî girîng e. Li herêma çiyayê Sîmeonê ye. Li bakurê wê Ezaz, li rojhilatê wê Marî, li başûrê wê Kefer Naya û li rojavayê başûrê wê Dêr Cemal û Aqîba, li rojavayê wê Ibbîn heye. Sînorên wê yên bi Tirkiyê re 20 kîlometre ye.

Til Rifat ji serdema Hesin ve jîgehek e. Di dema Asûriyan de bajarê antîk Arpa dli vir bû. Bi şerê Sûriyê re bû hedefa êrîşan. Mijdara 2013’an çeteyên DAÎŞ’ê ev der dagir kirin û bi Tirkiyê re têkildar bû. Çile 2014’an dîsa çeteyên Tirkan hatin vir. Di serê van de jî tugaya El Fetîh hebû, ya din av Eniya Îslamê de. Çile 2016’an ji hêja YPG, Ceyş El Siwar ve bajar ji çeteyan hate paqijkirin. Hêzên rejîmê jî ji bakurê Helebê hatin û çend  kilometre nêzî Til Rifatê ne.

BAJARÊ KU KURDAN RIZGAR KIRÎ BÛ HEDEFA ÊRÎŞÊN TIRKAN

Piştî ku Kurdan bajar rizgar kirin dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş bi ser bajêr de anîn. Dema ku mirov li nûçeyên derbarê Til Rifatê dinere tê dîtin ku ev êrîş bi rengekî sistematik didomin. Beriya êrîşên dagirker ên artêşa Tirk ên bi ser Efrînê de, 29’ê Tebaxa 2017’an artêşa Tirk ev der bombe kir. Bombe ketin cihê ku leşkerên Rûs lê diman. Şeva 3’yê Temûzê herêma di navbera Şehba û Efrînê de, ku gundên Til Rifatê jî lê dimînin, hatin bombekirin, 2 sivîl hatin kuştin, 8 birîndar bûn. Dema ku mirov paştir diçe 27’ê Nîsana 2016’an çeteyên Konseya Neteweyî ya Sûriyê (SUK) êrîş bi ser herêmê de anî.