Li Agiriyê çalakiya fedayî: Zêdeyî 30 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê diyar kir, gerîlaya bi nasnav Sema Koçer li dijî artêşa Tirk a li ber lûleya gaza xwezayî ya li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê çalakiya fedayî kiriye. Di çalakiyê de 5 wesayitên zirxî îmha bûn, zêdeyî 30 leşker mirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, 31'ê Adarê saet di 05:00 de hevrêya me Sema Koçer li navçeya Bazîd a Agiriyê li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê li dijî artêşa TC a dagirker a li ber lûleya gaza xwezayî çalakiyeke fedayî kir. Hevrê Sema li dijî hêzên dijmin şer kir, bi ser 5 wesayitên zirxî ve çû yên ku ji bo destwerdanê hatin herêmê û tevî lûleya gaza xwezayî wesayitên dijmin hemû teqand û îmha kir. Di encama teqînê de her 5 wesayit bi temamî îmha bûn, zêdeyî 30 leşker hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Şehîd Alî Piling, Çîçek Botan û Dilgeş Botan hate lidarxistin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Sema Koçer a ku çalakiya fedayî kir û şehîd bû wiha ne:

Nasnav: Sema Koçer

Nav paşnav: Rewşen Aşkara

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Kûdret-Husnu

Dem û cihê şehadetê: 31'ê Adara 2020'an / Agirî

Hevrêya me Sema Koçer di sala 1995'a de li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû, têkoşîna azadiyê zû nas kir. Di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû ku weke afirînerên jiyanê didît. Bi fedakariyeke mezin li Bakurê Kurdistanê ku bi hesreta wê bû û dixwest lê kar bike, dest bi têkoşînê kir.

Hevrê Sema di nava jiyana gerîla de bi sekna xwe ya bi biryar û wêrek, her wiha bi hezkirina ji hevrêyan cihê xwe di dilan de girt. Her kêliya jiyana xwe bi hilanîna tola ji zilm û komkujiya li gelê Kurd tê kirin, jiya. Hevrê Sema ku jiyana xwe kir gorî gelê Kurdistanê, ji aliyê leşkerî, îdeolojîk û polîtîk ve xwe kir milîtaneke şoreşger a şareza û di her wezîfeyên giran de jî bû hêza çareseriyê. Gelek wezîfeyên stratejîk bi rengekî serketî bi cih anî.

Hevala Sema bi coş û kêfxweşiya afirandina jiyan û têkoşînê li çiyayên Kurdistanê jiya, bi dilsoziya kûr a hevrêtiyê bû sembola ked û fedakariyê. Her kêliya milîtaniyê bi ruhê fedayî jiya û di nava her şert û mercî de li dijî dijmin şer kir, ji bo azadiya Kurdistanê bi têgihiştineke bilind derbeke mezin li dijmin xist.

Hevrêya me Sema bi çalakiya xwe ya fedayî tevlî karwanê şehîdên nemir bû. Di serî de malbata wê ya hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê mîrateya wê ya têkoşînê bi ser bixînin."