Li Şêxmeqsûdê gel ji malên xwe dernakeve

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê gel ji ber koronavîrûsê ji malên xwe dernakevin, şaredarî jî bi kar û xebatên yên paqijiyê berdewam dike.

Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê biryara qedexeya derketina ji derve ya Rêveberiya Xweser li dijî koronavîrûsê girtî bi disîplînek mezin pêk tînin.

KOMÎN, ŞAREDARÎ Û XEBATKARÊN TENDIRUSTIYÊ LI SER KAR IN

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jiyan rawestaye û gel ji malên xwe dernakeve. Li kolanan tenê hêzên ewlekariyê û xebatkarên paqijiyê tê dîtin. Ji aliyê şaredariyê ve her tim kolan tên paqijkirin û dermankirin. Dermanên paqijiyê ji aliyê komîn û meclîsan ve tê pêşkêşkirin.

Bi destpêkirina qedexeya derketina ji derve re, desteyên ji aliyê şaredariyê ve hatin amedekirin li sûkan dest bi kontrolê dikin. Bihayê zêdebûna tiştên li dikanan asteng dikin.

Tenê firin, dermanxane, nexweşxane û dikanên tiştên xwarinê difoşin di demên diyar de vekirîne.

Ji aliyê xebatkarên tendirustiyê ve li hemû xalên kontrolê û navendên tendirustiyê amûrên pîvana germahiya laş belav kirin.

Çûyîn û hatin giştî hatine girtin, tenê nexweşên giran dikarin biçin aliyê rejîmê.

Nexweşxane tenê destûra nexweşên giran dide.