Li Şêrewa bi meşekê xwedî li greva birçîbûnê derketin

Li Şêrewaya navçeya Efînê, bi meşa ku ji aliyê Yekitiya Jinên Azad ve hatî lidarxistin, greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin, silav kirin.

Endamên Yekîtiya Jinên Azad, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û endamên Kongreya Star li Şêrawa li qada gundê Mezin ê navçeyê ya kantona Efrînê meşek lidar xistin.

Meş bi hildana alên Yekitiya Jinên Azad, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên "Dem dema azadiyê ye", "Na ji qetilkirin, êşkencekirin û tecawîzkirinê re" destpê kir. Her wiha jinan diruşmên şermezarkirina siyasetên îxanetê yên PDK’ê yên li dijî gelê Kurd û silavkirina berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk berz kirin.

Dema çalakger gihiştin qada dibistana gund, deqeyek rêz girtin û li wir endama Yekîtiya Jinên Azad a Şêrawa Nora Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew pêngava greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk silav dikin. Ev pêngav ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e.

Di daxuyaniyê de siyaseta PDK’ê ya li dijî gelê Kurd ê li Rojava, li dijî HPG’ê ya li Heftanînê û tevahî çiyayên Kurdistanê hate şermezarkirin û bang li PDK’ê kirin ku siyaseta xwe biguhere û nekeve xefka berjewendiyên dagirkeriya Tirk.

Di dawiya daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku bi berxwedana gelê Kurd û HPG’ê ya li Başûrê Kurdistanê wê tevahî planên dewleta faşîst têk bibin.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana li girtîgehan û şermezarkirina îxanetê, bi dawî bû.