Li Şehbayê Zerdeşt Şengalî hate bîranîn

Li Şehbayê endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî di salvegera şehadeta wî de Zerdeşt Şengalî bi bîr anîn.

Bi sedan endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî bi meşekê fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) şehîd Zerdeşt Şengalî ku di 15’ê Çileya 2020`an de, di encama êrişeke droneke dewleta Tirk a dagirker de hatibû şehîdxistin, bi bîr anî.

Meş li gundê Babinis ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar ket.

Meş li qada stada Babinisê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endamên Yekitiya Ciwanên Êzidî Esad Seydo û Xedîce Hemo daxuyaniya yekitiyê xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Civaka Êzidî, ji kevntirîn civakên Mezopotamyayê ye. Herî zêde rastî qirkirinan û koçberiyê hatiye. 74 ferman li dijî wê ji aliyê dewleta Tirk û Împaratoriya Osmanî ve pêk hatine, herî dawî jî di sala 2014’an de li hemberî civaka Êzidî komkujiya DAIŞ’ê pêk hat.”

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) Êzidî ji komkujiyê xilas bûn, Rêveberiya Xweser ava kir, meclisên xwe, rêveberiyên sivîl û YBŞ bi pêşengiya Zerdeşt Şengalî ava kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk kesayet û fermandarên Êzidî kirine hedef û di encamê de fermandar Zerdeşt Şengalî şehîd bû.

Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da û bang li civata navneteweyî, NY û rêxistinan kir ku li hember êrişên li dijî gel bêdeng nemînin.