Li Şehbayê yekemîn komcivîna ciwanan hate lidarxistin

Li Şehbayê ciwanên herêma Efrînê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê tecrîdê bişkînin Efrînê rizgar bikin" yekemîn komcivîna xwe lidarxist.

Li kampa Serdem a Şehbayê ciwanên şoreşger ên herêma Efrînê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna ciwanên şoreşger em ê tecrîdê bişkînin Efrînê rizgar bikin" yekemîn komcivîna xwe lidarxist.

Li salona civînê alaya ciwanên şoreşger, jinên ciwan û pankartên "Serî hilde, şer bike, Efrînê rizgar bike", "ji bo serkeftinê bimeş, ji bo tolhildana Efrînê serî hilde şer bike" û "Bi ruhê berxwedana zindanan serî hilde tecrîdê bişkîne û Efrînê rizgar bike" hate daliqandin.

Komcivîn seat 10:00'an bi beşdarbûna hemû endamên sazî, meclîs û Rêveberiya Xweser ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Kongreya Star a herêma Efrînê Zozan Mihemed axivî û diyar kir wê bi berxwedaniya civanên niha li Şehabyê liberxwe bidin, tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin.

Li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo jî axivî û got; "Çawa bi berxwedan, coş û têkoşîna ciwanan Reqa, Minbic, Girê Spî û Baxoz hate rizgarkirin wê bi heman berxwedanî, coş û têkoşînê Efrîn were rizgarkirin.”

Piştre sînevîzyona ku qala Şoreşa Rojava dike hate nîşandan

Ciwanên ku beşdarî komcivînê bûne ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku wê bi berxwedana wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Efrîn were rizgar kirin.

Hêva Elî wiha got; "Armanca dîwarê ku li gundê Kîmar, Cilbir û Mêremînê tê lêkirina parçekirina xaka Sûriyeyê ye lê weke ciwanên şoreşger em ê li hember vê dîwarê dagirkeriyê rawestin û EfrÎnê rizgar bikin. Em soz dikin ku em ê li ser şopa şehîdan bimeşin û Efrînê rizgar bikin.”

Rêgaz Hemo jî axivî û diyar kir ku bi serketî komcivîna xwe li darxistine û got; “Komcivîna me ji bo nirxandin û bilindkirina asta ciwanan e. Armanca me jî bi dirûşmeya “Bi têkoşîna ciwanên şorşeger em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin” diyar dibe. Bi coşa ciwanan wê tecrîd were şkandin û Efrîn were rizgarkirin.”

Endamê tevgera ciwanên şoreşger a Sûriye Idrîs Ebdo jî wiha got; “Em ciwanên şorşeger çawa li Efrînê me xwe birêxisitn kiribû niha jî bi em birêxisitn kirî ne. Diwarên dewleta Tirk tê wateya qutkriina EfrÎn ji xaka Sûriyeyê. Em ciwan em ê ji bo rizgarkirina Efrînê şer bikin û têkoşîna xwe bidomînbin.”

Herî dawî ciwana bi navê Zeyneb Hemo jî axivî û got; “Komcivîna me ji bo pêşxistina karê me girîng e. Tişta dikeve ser milê me şkandina tecrîdê û rizgarkirina Efrînê ye”