BI DÎMEN

Li Şehbayê şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bîranîn

Li Kantona Efrîn û Şehbayê jinan di salvegera Komkujiya Parîsê de hersê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bîranîn.

Bi pêşengiya sazî, rêxistin û desteya jinan li Kantona Efrîn û Şehbayê bi sedan jin, di 11’emîn salvegera komkujiya Parîsê de daketin qadan û hersê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ji aliyê dewleta Tirk ve li paytexta Fransa Parîsê hatine qetilkirin, bi bîr anîn.

Di meşa girseyî ya jinan de alên PAJK û Rêxistina Kongra Starê hatin hildan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hersê jinên şoreşger hatin vekirin.

Piştî meşê jinan ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girtin. Li vir Endama Koordînasyona Kongra Star Ferîde Îbû û li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Menal Şêxo axivîn.

Di axaftinan de pêşî hersê jinên têkoşer hatin bîranîn û hate gotin ku jinên Kurd dê şopdara xeta berxwedaniya jinên şoreşger bin.