Li Şehbayê Komcivîna Jinên Ciwan a Pêşî çêbû

Komcivîna Pêşî ya Jinên Ciwan a herêma Efrînê bi başdarbûna hemû endamên saziyan jinan û meclisan li kampa Serdem a Şehbayê hate li darxistin.

Bi dirûşmeya ”Bi pêşengtiya jin ên ciwan em ê pergala Îmraliyê bişkînin û Efrînê rizgar bikin” tevgera jinên ciwan komcivîna xwe ya pêşî li kampa Serdem a Şehbayê li dar xist. Komcivîn bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dest pêkir.
Li ser navê yekîtiya Jinên ciwan a Bakur û Rojhilata Sûriyê Cîhan Koçir axivî. Koçir berxwedêrên greva birçîbûnê slav kir.

Koçer teqez kir ku wê bi hêza ciwanan Efrînê Rizgar bikin, bi berxwedanê wê tevahiya Sûriyê ji dewleta Tirk were rizgarkirin.

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso jî got:”Dewletên desthilatdar pêşî êrîş birin ser ciwnan û bi taybet êrîş birin ser jinên ciwan lê niha û piştî belavbûn fikir û felsfeya Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan tê xuya kirin ku ciwan li ber xwe didin û weke em dibînin niha jî hemû pêkhateyên Şehba di vê komcivînê de başdar bûn û ev jî tê wetaya ku fikir û felsefetaya biratiya gelan bi ser ketiye.”

Piştî axaftinan sînevîzyonek ku bi naveroka rola jinên ciwan ên di şoreşa Rojava de hate nîşandan. 

Jinên ciwan ku başdarî komcivînê bûne ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku wê hemû rêbazan bi kar bînin, xwesteke hevalên ku di greva birçîbûnê de pêk bînin û Efrînê rizgar bikin.

Îmen Oso got, ”Rola jinên ciwan di avabûna civakê de mezin e. Ji ber ku ew nîvê civakê ye nû nîvê din ew perwerde dike, lê bi fikir û xwendina pirtûkên Rêber Apo em gihîştine vê astê û komcivînan li dar dixin.”

Zêneb Nasen got, ”Jinên herêma Efrîn, Şehba û Helebê di vê komcivînê de amade bûne'' û bi berdewamî berxwedên greva birçîbûnê û rojiya mirinê slav kir, diyar kir ku ew piştevanên wan in û berxwedan wê serkeftî be.

Îmen Elo jî got, ''Jinên herêma Şehba piştî belavkirina fikir û felsefeya netewa demokratîk ji tarîtiyê ketin ronahiyê û rola xwe di hemû sazî û meclisan de lîst.''

Oso dîwarê ku li navçeya Şêrewa tê avakirin şermezar kir û teqez kir ku bi îradeya ciwanan û bi taybet bi îradeya jinên ciwan wê hemû dîwaran hilweşînin, ji ber ku dîwar tê weteya parçekirin û ew li dijî parçekirinê ne.

Di berdewamiyê de rêvberiya Jinên Ciwan a navçeya Şêrewa Hêvîn Mûse dîwarê ku li Şêrewar tê avakirin şermezar kir û got, ''Dewleta Tirk beriya bi heyvekê dest bi avakirin dîwar li gundê Mêremîn, Cilbir û Kîmar kir û ev dîwar jî ger temam bibe wê Efrîn bi temamî ji xaka Sûriyê qut bike ji ber wê jî em jinên ciwan em ê bi tund li hemberî vê dagirkerî û parçekirinê bisekinin.”