Li Şehbayê coşa hilbijartinê
Li Şehbayê hilbijartina hevserokên komînan bi hemû coşa xwe dewam dike. Gel wiha gotin: “Wê komînên me bixebitin; wê ked, av û xizmetgûzarî hê bi hêztir bibin.”
Li Şehbayê hilbijartina hevserokên komînan bi hemû coşa xwe dewam dike. Gel wiha gotin: “Wê komînên me bixebitin; wê ked, av û xizmetgûzarî hê bi hêztir bibin.”
Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, ji bo hilbijartina hevserokên komînan ê 3732 ji bo gişît kantonên Qamişlo, Hesekê, Kobanê,Efrîn, Girê Spî û Şehbayê bi 12 hezar 421 namzetên hevserokatiyê çûn hilbijartinê. Hilbijartina komînan a di saet 08:00’an de bi hemwext li hemû komînan destpê kir, bi awayek bê kêmanî û bi coşek mezin dewam dike.
Li Kantona Şehba ya ku nû bûye yek ji Kantoên Federasyona Bakurê Sûriyeyê, hilbijartin di nava coşek mezin de dewam dike. Li Şehbaya Azad a ku nifusa wê 10 hezar e, heta niha rêjeyek zêde welatî çûne ser sindoqan û dengê xwe bikar tînin.
Li Şehbayê mîna kantonên din malên komînan vegerandine navendên hilbijartinê û ji bo hilbijartinê sindoq hatine danîn.
Li Kantona Şehbayê ji bo 46 komînan 146 namzet beşdarî hilbijartinê dibin. Ji saetên sivbehê ve wlatiyên Şehbayê berê xwe dane ser sindoqan û dengê xwe bikartînin. Hinek malbat bi kamyon û motosiklêtan bi komî diçin malên komînan bi komî dengê xwe bikartînin.
MALBATÊN ÎDLIBÊ JÎ BI KOMÎNÊN AVAKIRÎN HEVSEROKÊN XWE HILDIBIJÊRIN
Malbatên ku di sala 2014’an de dema ku Îdlib kete destê El Nûsra, piştî ku Efrîn û gundên Şehbayê hate rizgarkirin û şûnde li herêma Şehbayê bicih bûn, li navçeya Til Rifat û Keferneya komînên ku avakirî ji bo hevserokên xwe diyar bikin îro çûn ser sindoqan.
Malbatên Îdlibê diyar kirin ku ti car hêviya xwe ya neçûna Îdilbê winda nekirine û wê li gelê Şehbayê binêrin û ji bo jiyana xwe hê xweştir û azadtir bikin komînên xwe avakirine. Malbatan wiha gotin: “Dema em rojekê çûn Îdilibê, dixwazin sîstemek me ya demokratîk û çanda me hebe. Ji bo vê gava yekem me jî komînê xwe avakirin. Bi vê hilbijartinê em ê hevserokên xwe diyar bikin û komînê xwe aktîf bikin.”
Malbatên Îdlibê, destnîşan kirin ku ji sîstema Şehba û Efrînê bibandor bûne, di avakirina komînên wan de, moralê dide welatiyên Şehba û endamên Meclîsa Rêveber a Şehbayê.
COŞA GEL
Li Kantona Şehba ya kum e hilbijartina komînan şopand, me nêrînên gel gir:
Şîrîn Abdurrahman a li navçeya Fafin dengê xwe bikaranî:
“Li gel rejîmê demokrasî tine bû, li vir demokrasî heye. Rejîmê zext li me dikir me dengê xwe bikar tanî, lê li vir em bi kêfa xwe diçin dengê xwe bikar tînin, em kî/ê bixwazin dengê xwe didinê.”
Jina Ereb a li Fafin dengê xwe bikar anî:
“Îro jin mêr tev bi hev re diçin ser sindoqan dengê xwe bi kartînin. Em ê hevserokên komînên xwe diyar bikin. Wê komînên me bixebitin; ked, av û ximetguzarî wê hê bihêztir pêk were. Di heman demê de hilbijartinên komînan gava yekem a hilbijartina Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye. Xudê ji wan razî be yên ev komîn avakirîn.
Erkdarê hilbijartinê yê bi navê Race:
“Komînên li gundê me gava yekem e. Hilbijartin baş diçe. Bi izna xudê wê hê baştir bibe. Li Şehbayê wê her kes vegere ser gund, malên xwe û komînê xwe ava bike.”
Ji gundê Hasacik Abulkadîr Hamdo:
“Bi rehma xuda Kurd, Ereb bi hev re diçin ser sindoqan dengê xwe bikartînin. Ti pirsgirêk nîne. Lê dem bi dem artêşa Tirk a dagirker gundê me bombe dike, em wan ji deverên xwe derxin wê hê baştir bibe.
Ji gundê Ahraz Îmat Dervîş:
“Em li vir Ereb, Kurd, Ecem hemû yek in. Di nava me de ti ferq nîne. Îro her kes tê dengê xwe bikar tîne. Îro li hemû qadan her kes kar û barê xwe berdaye, tên dengê xwe bikartînin.”