Li Şehbayê bi hezaran kesan Newroz pîroz kirin

Li Şehbayê jî Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de Berxwedana Serdemê hate silavkirin û hate diyarkirin ku Newroz 2020’an wê li Efrînê were pîrozkirin.

Bi dirûşmeya `Bi giyana Newrozê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin,  bi hezaran şêniyên kantonên Şehba û Efrînê Newroza 2019`an pîroz kirin.

Ji seaten berbanga sibehê ve bi hezaran şêniyên kantonên Şehba û Efrînê ji tevahiya pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Tirkman, Ermen û Êzidî bi cilên xwe yê neteweyî berê xwe dan gundê Elûşê yê girêdayî navçeya Ehdas. Şêniyan alayên YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.

Qada pîrozbahiyê bi alên YPG, YPJ, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Agirê Newrozê di nav berzkirina dirûşmeyên silavkirina Newrozê, Berxwedana Efrînê de û coşa girseya gel hate vêxistin.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin; Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hevseroka Desteya Rêveber a MSD`ê Ilham Ehmed, peyama YPG`ê, Kongreya Star, Meclîsa Rêveberiya Kantona Efrîn, Meclîsa Kantona Şehbayê, bi navê pêkhateya Ereb Ridwan Rîfaî, Koordînasyona partiyên siyasî axivîn. Tevahiya axaftvanan girîngiya xebatê ya piştî têkçûna DAIŞ’ê ji bo rizgarkirina Efrînê tekez kirin.

Koma stranê Awazên YPG`ê ji Kobanê, Koma Botan ji Kantona Qamişlo jî derketin ser dikê.

Her wiha komên Tevgera Çand û Hunerê, Tevgera Kevana Zêrîn; Koma Hêva ya stranê, Koma Çiyayên Kurmênc a govendê, Koma Agirî ya stranê, Koma Yekîtiya Hunermendan a govenda gelêrî, Koma Kevneşopî ya govenda Efrînî, Koma Kampa Serdem tevî wî jî hunermend Ebdulezîz, Ayhan Gorsê û her du bira Welat û Xelîl berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Şênî li ber stranên koman bi coşek mezin xelekên govendê gerandin. Şahî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê ya Efrînê û bi hêviya pîrozkirina Newroza 2020`an li Efrînê bi dawî bû.