Li Şehbayê berxwedana gerîlayan hate silavkirin

Gelê Efrînê yê di Kampa Serdemê de berxwedana gerîlayan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk silav kirin.

Meclisa Kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê meşek li dar xist.

Meş ji ser rêya sereke ya kampê dest pê kir. Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Bijî berxwedana lehengên me yên li çiyayê azad", "Serkeftina li Zap, Avaşîn û Metîna misogeriya rizgarkirina Efrînê ye" û "Bi rihê berxwedana Garê em ê dagirkeriyê têk bibin" hilda bûn û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayan berz kirin.

Meş li pêşiya navenda meclisa kampê rawestiya û deqîqeyeke rêz hate girtin. Bi navê rêveberiya Meclisa Kampa Serdemê endamê rêveber ê meclisê Hesen Osman axivî û got: "Me ev meş li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xistiye da ku were zanîn gelê Kurd wê di her rewşan de têkoşîna xwe bidomîne."

Osman bal kişand ser komployên li dijî gelê Kurd û hewldanên asîmîlekirinê û axaftina xwe wisa doman: "Em dibînin ku her tim gelê Kurd li ser xaka xwe ya Kurdistanê rastî komplo û hewldanên asîmîlekirinê tê. Ji rojhilatê Firatê dest pê bike ku avê li ser sivîlan qut dike, ev yek di nava bêdengiya navneteweyî de tê kirin, niha jî dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, lê dê bi ser nekeve, ji ber ku tevahî gel bi fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re girêdayî ye."

Ji rêveberên Kongreya Star a Kampa Serdemê Saliha Mihemed jî got: "Dewleta Tirk her tim hewl dide şer li tevahî parçeyên Kurdistanê biafirîne, lê em dibînin ku gerîla li çiyayên azadiyê berxwedaneke mezin li hemberî dewleke mezin mîna Tirkiyeyê raber dike û wê neçar dike ku ji çiya vekişe."

Saliha Mihemed îşaret pê kir ku ji bo wê berxwedanê jin bi vîn û îsrareke xurt çek hilgirt û li hemberî dewleta faşîst a Tirkiyê sekinî û ji bo azadî û ewlehiya gelê xwe xwe feda dike.

Saliha Mihemed di dawiyê de got: " Dewleta Tirk çi bike wê nikaribe vîna gelê Kurd, bi taybet Kurdên Efrînî bişkîne û girêdana di navbera wan û gelên din de qut bike. Em bi lehengên ku li çiyayan li ber xwe didin serbilind in."