Li Şehbayê Çarşema Sor hat pîrozkirin

Şêniyên herêma Efrînê bi dirûşme “Êzdatî nasnameya ye, çand e, dîrok û berxwedan e" Çarşema Sor pîrozkirin.

Şêniyên herêma Efrînê “Êzdatî nasnameya ye, çand e, dîrok û berxwedan e"  li qada gundê Maretê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li hev kom bûn.

Qad bi wêne û gulan hatibû xemilandin. Li ser navê Rêveberiya Êzidiyên Efrînê Hisen Hesen axivî û cejna Çarşema Sor li tehavî gelan pîroz kir.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê Bekir Elo axivî û got: “Projeya ku îro Rêber Apo diyarî me kiriye, hişt rastiya dîrokê derkeve holê. Em cejna Çarşema Sor li Rêber Apo pîroz dikin."

Bekir Elo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Xeta pêxember Zerdeşt ji bo me diyar kiriye, xeta xêrê ye.”

Her wiha koma mamosteyan û Koma Kulîlkên Pêşerojê ya zarokan qewlên Çarşema Sor gotin.

Şahî bi stranên hundermend Efrînê Rêzan Bekir, Mihemed Welîd, Meryem Mihemed, Koma Veger a Efrînê û Koma Şengalê û gerandina govendê bi dawî bû.