Li Şehba û Kobanê berxwedana zindanan silav kirin

Li Şehba û Kobanê berxwedana grevên birçîbûnê yên li zindanan li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin, silav kirin.

Li Şehbayê, meş li navçeya Ehrezê destpê kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û alên Meclîsa Jina Azad a Şehbayê hildan.

Her wiha pankartên “Bi hêrsa malbatên şehîdan em ê agirê li Îmraliyê vemirînin”, “Em sosz didin em ê pergala Îmraliyê bişkînin û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azad bijî” û “Bi berxwedana girtîgehan em faşîzm û xiyanetê tune bikin” hildan.

Beşdaran di nava kolanên navçeyê de meşiyan û berxwedana girtiyan û rêber Abdullah Ocalan silav kir. Meş li qada navçeyê bi dawî bû û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Menal Şêxo axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Her wiha berxwedana girtiyên di girtîgehan de silav kir û wiha domand: “Di 1999`an de, bi armanca parçekirina civaka Kurd, tunekirina nasnameya wê û şikandina vîna tevahiya gelên azadîxwaz, komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hat.”

Bi navê Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Rehme Elo axivî û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin. Rehme diyar kir ku komployên li dijî gelê ku dixwaze bi rûmet û azad bijî, berdewam in.

Di dawiya meşê de beşdaran berxwedana girtiyan silav kir.

KOBANÊ

Kongreya Star meşek li navçeya Şêran a Kobanê lidar xist. Beşdarên meşê, alên Kongreya Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên “Em ê asta têkoşîna li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan mezin bikin” hildan.

Meş ji bajarokê Şêran dest pê kir û li gundê Hilincê veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Kongreya Star endama kongreyê Macîde Hesûn axivî û got dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir dike, ji ber ku wî rê li pêşiya jinan vekir da ku di civakê de bibin pêşeng.

Derbarê girtina parlamentera Kurd Leyla Guven Mecîde got: “Ji ber ku şopdara rêya Serok e û fikrên wî belav dike, ew hate girtin."

Macîda di dawiya gotinên xwe de bang li jinên cîhanê kir ku piştgiriya jinên Kurd bikin.