Li Şehba û Efrînê 2 çeteyên Tirk hatin kuştin

Çeteyên artêşa Tirk li ser sînorê Efrînê êrîş kirin û şervanên YPG/YPJ'ê jî bersiv dan. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên YPG'ê ji ANHA'yê re ragihandin, çeteyên ser bi artêşa Tirk êrîşî gundê Bercika Silêman ê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê jî bersiv dan êrîşê. Di vî şerî de li bajarokê Dart Ize çeteyek hate kuştin.

Çeteyan her wiha êrîşeke bombeyî li gundê Dîwa yê li herêman Cindirêsê kirin. Şervanan bersiv dan êrîşê û di vî şerî de 2 çete birîndar bûn.

Li Kantona Şehbayê jî, çeteyên artêşa Tirk ên li bajarokên Marî û Kilcebrînê bi topan êrîş birin ser gundê Şêx Îsa. Ji ber topbaranê xisara madî li mal û zeviyên li gund bûn. Şervanan bersiva vê êrîşê dan û di encamê de çeteyek mir, 3 çete jî birîndar bûn.