Li Şedadê û Hesekê merasîma veşartina şehîdan

Li tevlêbûna bi hezaran kesan, cenazeyên 5 şervan û welatiyên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn, hatin veşartin.

Cenazeyên şervanên YATʹê Munteser Omer (Mizgîn Serêkaniyê), şervanên QSDʹê Îbrahîm El Nasir (Kemal Pîr), Silêman Ehmed (Dilo Ararat) û welatiyên bi navê Seydo Terbûş û Ebdurehman El Ebid ên ku rojên 22 û 23ʹyê Mijdarê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, ji aliyê bi hezaran kesan ve li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hatin veşartin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Fatima El Elî di meresimê de axivî û anî ziman ku ji ber zilma dagirkeran şehîdan mirin tercih kiriye û dev ji axa xwe bernedaye ta ku şehîd bûne.

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Şoreş Hesekê diyar kir ku hêzên wan bi îradeyeke xurt û israr li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin û got: "Em şopdarên rêya azadî, felsefeya Rêbertiyê û xeta şehîdan in. Em gavekê bi paş de naavêjin. Heta biserketinê em ê li ber xwe bidin.“

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin û radestê malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî serok Apo" hatin veşartin.

ŞÊDADÊ

Şêniyên Şedadê, endamên saziyên leşkerî û sivîl di merasima veşartina cenazeyê şehîd Enes El Hemade de amade bûn. Enes El Hemade, 23′yê Mijdara 2022′yan li Dêrazorê dema rabûna bi erka xwe ya leşkerî şehîd bû.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebdulmecîd El Elî sersaxî da malbata şehîd û wiha got: "Dewama têkoşîn û berxwedana gelên herêmê ji aliyên leşkerî û sivîl ve di van rewşan de têrê dike ku ewlehî û îstiqrar li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger bibe."

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Seyf El Esker jî axivî û got: "Em sersaxiyê ji hêzên leşkerî û malbata şehîd re dixwazin. Em soz didin şehîd û hemû şehîdan ku em ê li ser şopa wan bin û xwestekên wan bi cih bînin. Em ê di ber parastina destkeftiyên şoreşê û mîrateya şehîdên xwe de canê xwe bidin. Wan tabloyên serkeftin û azadiyê bi zendên xwe nivîsandin. Em sond dixwin ku bi têkoşîn û berxwedanê rêya wan temam bikin."

El Esker bal kişand li ser êrîşên dagirkeriyê û got: “Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hêzên navneteweyî dibînin.“

Di dawiya merasîmê de wesîqeya Şehîd Enes El Hemade ji hêla endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm ve hate xwendin û radestê malbatê hate kirin.