YPC’ê biryara ‘bêçalakîtiyê’ girt
Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC), ragihand ku ew ê bi biryara agirbesta ku PKK’ê di 1’ê Adarê de piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê îlan kiriye ve girêdayî bimînin.
Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC), ragihand ku ew ê bi biryara agirbesta ku PKK’ê di 1’ê Adarê de piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê îlan kiriye ve girêdayî bimînin.
Yekîneyên Parastina Cewherî (YPC), têkildarê pêvajoya nû ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de ev tişt hat gotin, “Banga dîrokî ya Rêber Apo, tê wateya têkoşîna me derbasî qonaxeke nû bûye.”
YPC’ê got, “Em bi hişmendî û biryardariyek mezin xwedî li vê pêvajoya ku Rêbertiya me daye destpêkirin derdikevin û ji raya giştî re radigihînin ku tevhî hemû yekîneyên xwe, em ê bi disîplîneke mezin li gorî biryara agirbestê ya ku di 1’ê Adara 2025’an ve ji aliyê Partiya me PKK’ê ve hatiye girtin, bi cih bînin."
YPC’ê got, “Ev biryar di rêya azadiyê de gaveke stratejîk e. Erka her hevrêyek ew e ku vê pêvajoyê bihêztir bike!” û wiha domand;
“Rêbertî û Partiya me bi berpirsyariya avakirina siberoja azad a ji bo gelên me, pêvajoyeke dîrokî didin meşandin. Bi vê zanabûnê, hemû yekîneyên me li ser bingeha banga bêçalakitiyê ya PKK’ê dê tevbigerin. Weke Yekîneyên Parastina Cewherî, em ê biryara agirbestê bi temamî bi cih bînin û pêngava stratejîk a Rêbertiya xwe bi sekneke xurt pêşwazî bikin.
Em ê vê pêvajoyê bi dîsîplîn, dilsozî û hişmendiya rêxistinî di çarçoveya ku xeta partiya me diyar kiriye de bimeşînin û em ê li gorî perspektîfa Rêbertiya xwe rêya azadiyê bi teşe bikin.
Li ser bingeha daxuyaniya Navenda Parastina Gel, ku em pê ve girêdayî ne, em ê di çarçoveya diyarkirî de tevbigerin û li hemberî êrîşên bênavber mafên xwe yên bersivdayînê biparêzin."