Li Şedadê êrişa li dijî serokê berê yê Meclîsa Eşîrên Şedadê
Îro sibê kesên nenas Elî Silêman El-Derwîş kuşt û bavê wî Silêman El-Derwîş serokê berê yê Meclisa Eşîrên Şedadê birîndar kir.
Îro sibê kesên nenas Elî Silêman El-Derwîş kuşt û bavê wî Silêman El-Derwîş serokê berê yê Meclisa Eşîrên Şedadê birîndar kir.
Kesên nenas li ser 2 motorsîklêtan îro nêzî seat 04:00’ê berbangê, êrişî mala Silêman El-Derwîş serokê berê yê Meclisa Eşîrên Şedadê û nûnerê eşîra El-Mehasin kir û gule li wî û kurê wî reşandin.
Di encama gulereşandinê de Elî El-Derwîş jiyana xwe ji dest da û bavê wî Silêman El-Derwîş birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê dest bi lêpirsînê kir, piştî ku mala Silêman û navçeya Şedadê dorpêç kir.
Hêjayî gotinê ye ku di demên dawîn de bi destpêkirina êrişa dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bûyerên teqîn û kuştinê ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê zêde bûne.