Li Şedadê cenazeyê şervanê YPG’ê Akîf hate veşartin

Bi tevlîbûna welatiyên navçeya Şeda û El Erîşê cenazeyê şervanê YPG’ê Bdullah Çaçan ê di Pêngava Bagera Cizîrê de li herêma Dişîşanê şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê veşartin.

Welatiyên Şedadê cenazeyê şervanê YPG’ê Bdullah Çaçan ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwaneke yê wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîdan a Şedadê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşekerî ve destpê kir. Piştre jî endamê Feramdariya YPG’ê Mecîd Şedadê axiv û diyar kir ku rêya şehîdan rêya rûmet, azadî û serbilindiyê ye. Şedadê got: “Em ê heta dawî şopdarê rêya şehîdên xwe bin.”

Piştî axaftinan û şûnde nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve hate veşartin.