Li Şamê ji bo azadiya Ocalan çalakî hate lidarxistin

Li paytexta Sûriye Şamê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyekî girseyî hate lidarxistin.

Li taxa Zorava ya Şamê bi sedan kes li hev civiyan û bi pankarta ‘Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin’ meşiyan. Li kolanên taxê gel derabeyên dikanan girtin, beşdarî meşê bûn û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Piştî meşê Rêveberê TEV-DEM’ê Mimehed Îbîş axivî, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha got; “Dewleta Tirk bi polîtîkayên tecrîdê dixwaze jiyana hevpar ya gelan û aşitiya li herêmê asteng bike.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.