Li Çilaxayê berxwedana QSD’ê hate silavkirin

Gelan li Çilaxayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, berxwedana QSD’ê silav kirin.

MEŞA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê yên Kurd, Ereb û koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê bi meşeke girseyî piştgirî da QSD’ê.

Girseyê ji Çerxerêya Jinê ya li rojavayê Çilaxa dest bi meşê kir. Di meşê de alên QSD û Rêveberiya Xweser hatin hildan. Pankartên "Em hemû QSDˈê ne", "Bi hemû pêkhateyên xwe re li dijî qetilkirin û koçberiyê ne" û "Dest bi dest bi QSDˈê re" hatin vekirin.

Girse di nava kolanên bajar re meşiya û li Çerxerêya Şehîd Mahsûm sekinî. Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê Însiyatîfa Gel a Çilaxayê Salih Sefo bal kişand ser berxwedana gelê herêmê û got: "Berxwedana gelê herêmê ya li hemberî rejîma zordest a Baasê bi ketina wê tacîdar bû. Pê re jî despotîzm û kiryarên wê yên sûcdar ên li dijî gelê Sûriyeyê bi taybet gelê Kurd, bi dawî hatin."

Salih Sefo di dewama axaftinê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em hewl didin Sûriyeyeke nû ya demokratîk ava bikin, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê destkeftiyên me yên 14 salan ku bi keda bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, dike armanc. Dixwaze fitne û nakokiyan di navbera gelên welatekî de çêbke. Meşa me ya pêkhateyên Ereb û Kurd nîşaneya têkiliyên me yên bihêz e. Ev meş jî peyamek e ku kes nikare hevgirtina me têk bibe. Li hemberî êrîşan, em ê li kêleka şervanên xwe di çeperên berxwedanê de şer bikin. Em soz didin em ê projeya neteweya demokratîk û xwişk-biratiya gelan biparêzin heya ku Sûriyeyeke demokratîk ava bibe."

Meş bi berzkirina dirûşmên "Em hemû QSD ne", "Bijî berxwedana gelan" û "Bijî berxwedana QSDˈê" bi dawî bû.