Leyla Ehmed: Dewleta Tirk ji modela me ditirse!

Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed got, "Ya ku dewleta Tirk jê ditirse, modela rêveberiya xweser a bi felsefeya neteweya demokratîk e. Ji bo êrîşê bike, hincetan ji xwe re diafirîne."

Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya van êrîşan dixwaze gel bitirsîne û herêmê vala bike.

Leyla Ehmed ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li pey dagirkirina herêmên nû ye işaret bi polîtîkaya bê Kurd hiştina herêmên dagirkirî kir: "Dixwaze heman tiştî dubare bike. Ji bo vê jî komployan ji xwe re diafirînin. Bûyera li Taksîmê jî komployek ji bo êrîşa li ser herêmê ye. Naxwe em baş zanin ku saleke amadekariyê dikin ji bo êrîşê bikin."

'JI MODELA LI VÊ DERÊ DITIRSIN'

Leyla Ehmed got, "Ya ku dewleta Tirk jê ditirse, modela rêveberiya xweser a bi felsefeya neteweya demokratîk e. Zane ku ev model di heman demê de wê bandorê li ser civaka Tirkiyeyê bike. Ji bo modela rêveberiya xweser ji holê rake, her roj senaryoyên nû hildiberîne û her roj ji bo êrîşê bike bahaneyan ji xwe re diafirîne."

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JÎ BERPIRSYAR IN'

Leyla Ehmed destnîşan kir ku hêzên navneteweyî jî ji van êrîşan berpirsyar in û got, "Gelên li vê derê li dijî DAÎŞ'ê berdêlên gelekî giran dan. Me ev xak bi xwîna zarokên xwe rizgar kir. Em ê ti carî nehêlin ku ji aliyê dewleta Tirk ve bê dagirkirin. Ya ku em ji civaka navneteweyî hêvî dikin ew e ku qet nebe wezîfeya xwe ya exlaqî bi cih bînin."