Leşkerên Tirk li navçeya Şêrayê xaniyên welatiyan xera kirin

Artêşa Tirk û komên wê yên çete li gundê Kûrtlûk ê navçeya Şêra ya Efrînê 35 xanî û febrîqeyeke zeytê xera kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi hezaran xanî, dikan û kargehên li navend û gundên Efrînê talan kirin.

Xaniyên li gundê Kûrtlûk ê li navçeya Şêrayê, piştî ku hatin talankirin, tevî febrîqeya zeytê bi dozerê hatin xerakirin. Î.B. ku xanî û kargeha wî ji aliyê artêşa Tirk ve hate xerakirin anî ziman ku tişt bi xaniyê wî nehatibû, lê belê leşkerên Tirk bi dozerê xera kirin. Î.B. diyar kir ku zêdeyî 25 xanî û 200 darên zeytûnê hatine hilweşandin û got, "25 xanî bi dozerê xera kirin. Xaniyên Cûma ebû Selbî, Hemzî Şebê û Qadir Şêx Mistefa yê Ereb xera kirin. Şêx Ehmed, Mihemed Şêx, xwediyê van xaniyan Erebin û xaniyê wan jî xera kirin. Xaniyên Merkîd û Ehmed Fatimê jî hilweşandine. Mal û febrîqeya zeytê ya Hecî Murêd jî bi temaî xera kirine. Bi vî rengî bi dehan xanî xera kirine. Hema bêjin nîvê gund hilweşandine. Li cihên mayî jî çeteyên ji Xota û hin deverên nayê zanîn anîne, bi cih kirine. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, li her gundî ev yek kirine."

HEMÛ TALAN KIRINE

Efrîniyê bi navê A.S.R. jî anî ziman ku xanî û kargeha wî û kurê wî hatine talankirin û got, "Li mal û dikana min barê sê qemyonan eşya hebûn. Yê me sê malbatan bûn. Hemû birine. Balafiran bombe li gundê me nebarandin, lê belê bi hawanan timî lê didan. Her şev heta ber destê sibehê hawan diavêtin. Serê sibehê ez derdikevim ji bo bibînim bê vê carê li kîjan xanî xistine. Min di nava saetekê jimart. 29 hawan di ser serê me re derbas bûn. Em neçar man derkevin. Xwezî li wir mabûma. Ez mirovekî extiyar im, eger tevî hevsera xwe em li wir biman em ê bihatina kuştin. Û zarokan nehiştin em bimînin. Em derxistin. Her tiştên min û kurê min birin. Çete li wir dimînin."