Leşkerên Tirk ciwanekî Ereb qetil kirin

Leşkerên Tirk ciwanekî Ereb ê ji gundê Dehma yê Serêkaniyê dema di nava zeviyên xwe de yên nêzî sînor kar dikir, qetil kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, êrîşa artêşa dagirker li gorî saeta herêmî saet 10:00'an a li ser gundê Dehma ku nîştecihên wê hemû gelê Ereb in û 30 kîlometre dikeve rojavayê Serêkaniyê, pêk hatiye.

Leşkerên Tirk bi guleyan êrîşî ciwanên ku di zeviyên xwe de kar dikirin, kir. Di êrîşê de welatiyê bi navê Adnan Hesen yê 28 salî jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk, sibeha 8'ê Gulanê êrîşî gundê Nemanê yê Kurd ku 14 kîlometre dikeve bakurê Babê kirin. Çeteyan bi êrîşê re dest danîn ser mal û milkên gundiyan. Di êrîşa çeteyan de welatiyê Kurd yê bi navê Mahmûd Ehmed Îsmaîl ku mal û milkê xwe radestî çeteyan nekir, ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin.

Artêşa Tirk a dagirker şeva 5'ê Gulanê welatiyê binavê Mueyed El Xidir El Bezkade yê 20 salî yê ji gundê Asil yê Girê Spî jî qetilkirîbûn.