Leşkerên Tirk 2 ciwan girtin û êşkence kirin
2 ciwanên ji Sûriyeyê ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê leşkerên faşîst ên artêşa Tirk ve hatin girtin. Leşkeran êşkence li ciwanan kir.
2 ciwanên ji Sûriyeyê ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê leşkerên faşîst ên artêşa Tirk ve hatin girtin. Leşkeran êşkence li ciwanan kir.
Îro serê sibehê ciwanê bi navê Beha El-Elî (20) yê ji bajarê Dêrazorê û ciwanekî din ê ji bajarê Şamê ku navê wî nehat zanîn dema dixwestin ji gundê Til Xenzîr ê nêzî sînor ê girêdayî bajarê Serêkaniyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin û êşkencekirin.
Di encama êşkenceyê de destê Beha El-Elî şikest û ciwanê din jî ji ser û lingên xwe ve birîndar bû. Piştre leşkeran ew avêtin ser sînor. Welatiyên gund xwestin wan bînin lê ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin.
Ciwan demeke dirêj li ser sînor man, tu kesî nikarîbû ji ber guleyan xwe bigihîne wan. Piştre bi alîkariya dayîka Zehra Mihemed ciwan radestî şervanên YPG′ê hatin kirin.
YPG′ê herdu ciwan ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê. Kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneyê diyar kirin ku rewşa wan baş e.