Li Mareyê leşkerekî Tirk bi gumanbarî mir
Hate ragihandin ku li Mare ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, leşkerekî Tirk 'bi gumanbarî' miriye. Artêşa Tirk ji bo leşkerê miriye got, 'leşkerekî nexweş ket, mir'.
Hate ragihandin ku li Mare ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, leşkerekî Tirk 'bi gumanbarî' miriye. Artêşa Tirk ji bo leşkerê miriye got, 'leşkerekî nexweş ket, mir'.
Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk bi daxuyaniyekê ragihandin ku leşkerekî wan ê li 'baregeha' li Mareyê, roja 24'ê Nîsanê miriye. Di daxuyaniyê de hate îdîa kirin ku leşkerê wan ê nesax ketiye, miriye.
Li ser 'nexweşiya' leşker agahî nehate dayin. Artêşa Tirk yek ji wan artêşan e ku gelek leşkerên wan 'bi guman' dimirin.