'Lêkirina dîwarê li Efrînê tê wateya parçekirina xaka Sûriyeyê'

Saziyên Mafên Mirovan ên li herêma Efrînê diyar kirin ku lêkirina dîwarê li Efrînê tê wateya ku Efrîn ji xaka Sûriyeyê were qutkirin.

Saziyên Mafên Mirovan ên li herêma Efrînê diyar kirin ku lêkirina dîwarê li gundên Kîmar, Ceremîn û Cilbirê yê li Efrînê tê wateya ku Efrîn ji xaka Sûriyeyê were qutkirin.

Saziyan li Kampa Serdem a Şehbayê daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku bi lêkirina dîwar re Efrîn ji xaka Sûriyeyê tê qutkirin û hewl tê dayîn ku Efrîn bibe herêmeke Tirkiyeyê.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de teroreke hov li ser Efrînê kir û çekên qedexe bi ser sivîlan ve teqand. Efrînê li hemberî van êrîşan 58 rojan li ber xwe da û di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê hate dagirkirin. Dewleta Tirk û çeteyên wê demografiya Efrînê guherand, gelê sivîl êşkence kir û mal û milkên gel talan kir. Ev êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî qanûnên navneteweyî ne.

Ji ber bêdengiya cîhanê dewleta Tirk dest bi lêkirina dîwarên dagirkeriyê kir. Ev dîwar li gundê Kîmar, Cilbir û Mêremînê tê kirin. Bi lêkirina van dîwaran re hewl tê dayîn Efrîn ji xaka Sûriyeyê were qutkirin û bibe parçeyekî axa Tirkiyeyê. Em saziyên mafên mirovan diyar dikin ku mafê dewleta Tirk tuneye ku têkeve Sûriyeyê û em bang li Sûriye û hemû dewletan dikin ku bila li hemberî axa Sûriyeyê bi cîddîyet tevbigerin. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze bûyera Lîwa-I El Iskenderonê li Efrînê dubare bike.”