'Kurdan di rizgarkirina Sûriyeyê de roleke girîng lîstin'
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê bi boneya salvegera 15’emîn ya Serhildana Qamişlo daxuyanî da çapemeniyê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê bi boneya salvegera 15’emîn ya Serhildana Qamişlo daxuyanî da çapemeniyê.
Bi boneya salvegera 15’mîn ya serhildana Qamişloyê rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:
“Di tevahî dîroka Sûriyeyê de Kurdan weke hemû pêkhateyên din ên Sûriyeyê, di rizgarkirin û avakirina Sûriyeyê de roleke mezin lîstin. Li dijî dagirkeriya Fransayê Yûsûd El Ezme, Îbrahîm Henano û bi dehan berxwedêrên din şer kirin.
Lê li beramberî wê , rejîma Beas bi siyaseteke nijadperest, demografî guherand. Bi vê siyasetê re bi deh hezaran Kurd bênasname man û di welatê xwe de biyan man. Erdên Kurdan hatin desteserkirin û radestî koçberên Ereb kirin ê ku li herêmê hatin bicihkirin. Di heman demê de navên gundên Kurdan guhartin û Kurd ji mafên xwe bêpar hatin hiştin.
Ev êrîş û siyaseta nijadperestî heta bi dema Qetlîama Qamişlo domiya. Di lîstikeke fûtbolê de êrîşî Kurdan hate kirin, bi dehan kes hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn û hatin girtin. Lê ev hewldanên wan li hemberî doza me têk çû.
Îroj di mozaîka gelê Sûriyeyê de Kurd beşeke esasî ne û xebatên xwe yên dîrokî û niştimanî li ser esasê wekheviya gelan didomînin. Gelê Kurd ji bo avakirina Sûriyeyeke demokrat û pirçandî têdikoşin.”