Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed ji ANF'ê re axivî û rewşa dawî ya li herêmê nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de Ehmed bal kişand ser cihê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nava gelan de û got, "Gelan QSD qebûl kirine. Weke hêzeke azadî û ewlekariya xwe dibînin, lewma tevlî nava refên QSD'ê dibin. Bi taybetî ji eşîrên li dora Dêrazor, Reqa, Hesekê û Girê Spî tevlîbûneke xurt heye."
MODELA MINBICÊ JI BO TEBQA Û REQAYÊ MÎNAK TÊ DÎTIN
Ehmed ji bo sîstema xwerêvebirinê destnîşan kir, ku Minbic tecrûbeyeke baş û serketî ye û got, "Minbic cihekî ku DAIŞ demeke dirêj lê bû û xwe lê bi rêxistin kiribû. Di destpêkê de Meclîsa Leşkerî û Meclîsa sivîl hate ragihandin. Piştre hêdî hêdî bajar hate rizgarkirin. Li dû rizgarkirinê, xwebirêxistinkirinê dest pê kir. Piştî Meclîsa demî, xwe weke Meclîsa Demokratîk û Sivîl ji nû ve bi rêxistin kir."
Ehmed anî ziman, li Minbicê niha sîstema dadgerî û edaletê ava bûne. Sîstema ewlekariya navxweyî û derve hatiye rûniştandin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, hêzên asayîşê ku ji ewlekariya hundirîn a bajêr berpirsyar e bi rêxistin kir. Ji bo perwerdeyê, akademî esas girt û ji bo perwerdekirina gelek derdoran akademî hatin vekirin. Li qadên jin, ciwan, asayîşê niha gelek akademî hene û bi rengekî rêk û pêk dewreyên perwerdeyê tên kirin."
Îlham Ehmed diyar kir, ev yek ji bo Tebqa û bajar û navçeyên Reqayê yên nû hatine rizgarkirin weke mînakeke baş tê dîtin û anî ziman, ji ber vê yekê modela Minbicê bi cih tê anîn, meclîs û komun tên avakirin.
Hevseroka MSD'ê wiha dewam kir: "Li Reqayê, ku bajarekî mezin e, modela li Minbicê derketiye holê esas tê girtin. Meclîsa Sivîl a Reqayê hate ragihandin. Bêguman ji ber ku Reqa bajarekî mezin e, ji yên din cudatir e. Meclîsa xwe mirov dikare ewke hikumeteke demî jî bi nav bikin. Di nava meclîsê de 14 deste hene. Ji aliyê naverok, xet, sîstem û modela rêxistinbûnê ve cuda nîne. Hinekî berfireh e û rêxistinbûneke ku bibe bersiv ji pêdiviyên bajê re tê avakirin.
Hê ji niha ve ji bo amadekirina hêzên ewlekariya hundirîn perwerdeyan dest pê kirin. Koalîsyona Navneteweyî jî ji aliyê teknîkî û hin mijaran ve destekê dide van perwerdeyan."
PIRSGIRÊKÊN PENABERAN
Ehmed da zanîn, di dema pêngavên rizgarkirinê de xusûsa ku herî zêde tehdê li wan dike, pirsgirêkên mirovên hatine rizgarkirin e û bibîr xist, ku di pêngava rizgarkirina Minbic, Tebqa û gund û bajarokên derdora Reqayê de koçeke mezin çêbû.
Ehmed diyar kir, ji aliyê bersivdayîna li pêwistiyên stargeh û pêdiviyên jiyanî yên sed hezaran koçberan de, zehmetî derdikeve pêşiya wan û got, "Beriya pêngavê hin hevdîtin hatin kirin. Di van hevdîtinan de nîqaş hatin kirin. Hin plansazî hatin amadekirin, lê ev zêde neketin pratîkê.
Îlham Ehmed anî ziman, ku bi Koalîsyona Navneteweyî re di demên dawî de hin hevdîtin hatin kirin û got, "Di mijara koçeran de hin biryar hatin dayin ku amadekarî werin kirin. Dibêjin, em ê di vî warî de alîkariyê bidin. Lê çiqasî ev soz wê bikeve pratîkê bi wê nizanim. Lê bi dîtina min, divê vê carê bi cih werin anîn."
BIRYARA DAYINA ÇEKÊN GIRAN JI BO YPG'Ê, JI BO BIDESTXISTINA SERKETINÊN MEZIN GAVEKE GIRÎNG E
Li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ya ji bo dayina çekên giran ji bo YPG'ê Hevseroka MSD'ê got, ev biryar ji bo serketina pêngavê girîng e. Ne tenê ji bo vê pêngavê, ji bo em serketinên mezin bi dest bixin, gaveke girîng e. DAIŞ bi qasî çar sal in li Reqayê ye. Tê gotin, ku li wê derê amadekariyên mezin kirine. Ya ku niha tê kirin, rizgarkirina cihekî ku weke paytexta barbariyê hatiye ragihandin e. Ji ber vê yekê, ji bo em amadekariyên mezin bikin, divê biryara hatiye dayin bi ti awayî nesekine. Ji bo bajar di demeke kin de bê rizgarkirin, ev pêwîst e."
Ehmed diyar kir, projeya ku ew hewl didin bi cih bînin, ne tenê ji bo Kurdan e, projeya Sûriyeyeke demokratîk e û destnîşan kir, ku hemû hewldanên wan ji bo vê ye.
Ehmed bibîr xist, ku di biryara dayina çekan a DYA de, ji bilî dayina alîkariya çekan tê gotin, ku divê gelên Sûriyeyê çarenûsa xwe diyar bike.
Ehmed got, "Wê demê divê yên xwedî projeyên bi vî rengî ne bên qebûlkirin. Yekane hêza ku di vî warî de xwedî proje ye em in. Ji aliyê siyasî ve ji bilî me ti hêzeke din a xwedî proje nîne. Tevî hêza siyasî û leşkerî, yekane hêza ku projeyeke berfireh a di vî warî de ye, em in. Lewma em tenê weke hêzeke leşkerî nînin. Dost û dijmin her kes bi vê dizane. Der barê projeya xwe de em ji her şêweyê nîqaşan re vekirî ne. Nêrîn û pêşniyara kê hebe, em amade ne pê re nîqaş bikin."
TIRKIYE DI NAVA LÎSTIK Û PLANÊN QIRÊJ DE YE
Îlham Ehmed bal kişand ser dek û dolabên Tirkiye digerîne û got, "Tirkiye di nava lîstik û planên gelekî qirêj de ye. Hewl dide bêje ku ew li dijî destketî û sîstemeka Kurdan e. Lê belê rastî ne tenê ev e. Tirkiye êrîşî ewlekariya giştî ya Sûriyeyê, ji êrîşî yekîtî û hevgirtina Sûriyeyê dike. Tirkiye di mijara Sûriyeyê de, bi rengekî demkî carna jî di zikhev de bi rejîma Baas, Îrna, Koalîsyon/DYA û Rûsyayê re tifaqan dike. Berjewendiyên xwe li ku be, -ku ev berjewendî ji bo parçekirina Sûriyeyê, avakirina sîstemeke Sûnî û bêyî Kurd e- pê re tifaqê dike. Bi Rûsya, DYA, Qatar, Erebîstana Siûdî re planan çêdike.
Bêguman Tirkiye ji biryara alîkariya çekan a ji bo YPG'ê gelekî bêzar e. Li gelek platforman ev kir mijara bazarê. Daxuyaniyên di asta gef û şantajê de da. Ji ber ku YPG û QSD li dijî planên wê yên mezhebî û parçekirinê ye. YPG û QSD xwedî projeyeke ji bo demokratîkbûn û yekîtiya Sûriyeyê ne. Tirkiye ji ber ku vê armanca YPG û QSD'ê qebûl nake, ewqasî planên dagirkerî û parçekirinê amade dike."
TIRKIYE NE TENÊ PARÇEKIRINA SÛRIYEYÊ, HER WIHA DIXWAZE DEST DEYNE SER HIN PARÇEYÊN AXA SÛRIYEYÊ
Ehmed anî ziman, Tirkiye ne tenê dixwaze Sûriyeyê parçe bike, di heman demê de dixwaze dest deyne ser hin parçeyên axa Sûriyeyê û bi vî rengî di siberojê de li ser Sûriyeyê bibe xwedî mafê gotinê.
Ehmed got, "Dimijara Sûriyeyê de bi DYA re nekarî li hev bike. Ji ber ve yekê jî xwe nêzî Rûsya û Îranê kir û bi vî rengî hewl dide tiştna bi dest bixe. Yanî dengê xwe li Şîakariya Îranê nake û bi Sûnîkariyê re dixwaze bibe xwedî mafê gotinê. Eger jê heye ku bi vê polîtîkayê wê bi ser bikeve, hingî di nava şaşitiyekê de ye. Ji ber ku mezhebperestî heta niha bi kêrî kesî nehatiye. Ji niha û pê ve jî mezhebperestî tiştekî nade kesî."
PROJEYA ME LI DIJÎ MEZHEBPERESTÎ Û NETEWEPERESTIYÊ YE
Ehmed ragihand, tifaqa Tirkiye û Îranê, yanî tifaqa du hêzên Şîakarî û Sûnîkariyê dikin, bi kêrî gelên Sûriyeyê nayê û wiha dewam kir: "Gelên Sûriyeyê wê zerareke mezin ji vê tifaqê bibînin. Qaşo Tirkiye û Îran vê yekê li dijî projeya DYA dafirînin. Projeya me ya Sûriyeya Demokratîk li dijî her şêwe mezhebperestî, neteweperestî û parçetîtiyê ye. Projeyeke ku hemû bawerî, ziman, çand, netewe û gelên li Sûriyeyê dikarin xwe di navê de bibînin. Lewma Tirkiye hewl dide li hemberî vê projeyê tifaqan ava bike. Beşa projeya me ku heta niha ketiye meriyetê, mînakeke baş e. Êdî gelek hêz pêşketinên demokratîk, civakî û siyasî yên li Bakurê Sûriyeyê dibînin."
Ehmed bibîr xist, ku Tirkiye û Îran tevlî nakokiyên navbera xwe jî di van du mijaran de li hev dikin:
*Mejiyê nerewe dewletê ya pîroz,
*Mezhebperestî. Mezhebên xwe cuda jî be, wan nakokiyan datînin aliyekî.
Ehmed destnîşan kir, ev yek zerarê dide gelên Sûriyeyê.
TÊKILIYA BI RÛSYAYÊ RE
Hevseroka MSD'ê bal kişand ser têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re û got, "Rûsya car carna li gorî berjewendiyên xwe nêz dibe, carna jî xwe vedigire. Min hêvî dikir ku em ê bi Rûsyayê re têkiliyên baştir, mayînde bafirînin, hê jî hêvîdar im. Hêzeke ku li hereme bandora xwe heye. Lewma em dixwazin têkiliyên xwe baştir bikin. Her wiha hêzeke ku bandorê dikare li ser rejîma Baas bike. Lê ne bawerim ku ji bo çareseriyê bandora xwe bi kar tîne."
Ehmed daxuyaniya çend roj berê ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bibîr xist, ku gotibû, "Hêzên QSD'ê ji bo DAIŞ biçe Tedmûrê rê vekirine" û wiha dewam kir:
Mirov ji xwe dipirsin; gelo Rûsya bi vê ykeê re pêşî li êrîşên gengaz ên Tirkiyeyê yên li axa Bakurê Sûriyeyê vedike? Ev yek di heman demê de gefek li dijî me ye. Em vê bi vî rengî dibînin. Ev gelekî xetere ye û dikare rê li ber şer û tevlîheviyê veke. Hêzeke tenê heye ku sûdê ji vê digire. Ew jî Tirkiye ye. Weke ku Rûsya bi Tirkiyeyê gefê li me dixwe. Em vê qebûl nakin û ti carî jî qebûl nekin. Kîjan hêz dibe bila bibe, kî bi ser me ve bê, em ê li ber xwe bidin û xwe biparêzin.
Ji bo her hêza dixwaze li Sûriyeyê bi bandor be, em dixwazin bi vê zanibin: Kê li dijî me derkeve, bi dewleteke din gefê li me bixwe, wê nikaribe li Sûriyeyê bi bandor be. Ji ber ku em zarokên vê axê ne. Ji me bêhtir kes berjewendiya vê axê, yekîtî û hevgirtinê naxwaze."
ÇARESERÎ NE LI ASTA NE JÎ LI CENEVREYÊ YE, ÇARESERÎ LI SER ERDÊ YE
Ehmed ragihand, ku bendewariyeke wan ji Astana û Cenevreyê nîne û got, "Em çareseriyê li wir nabînin. Em çareseriyê li ser axa xwe dibînin. Me model û projeya xwe ya çareseriyê pêşkêş kir. Ji ber vê yekê em çareseriyê li cihekî din nagerin, em li vir lê digerin. Ti civîn, hevdîtin û peymana ku Kurdan û gelên Bakurê Sûriyeyê nexn nava xwe, wê nikaribin bi ser bikevin. Gelek mînakên vê mijarê hene."
KURD PÊŞENGÊN SÎSTEMA DEMOKRATÎK IN
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed da zanîn, Kurd tevî ku ji aliyê çar dewletan ve hatine parçekirin jî hêza herî girîng û bi bandor a Rojhilata Navîn e û wiha dewam kir: "Siyaset, rêxistinbûn û vîzyona xwe ya li her parçeyan, xwedî karaktereke demokratîk e. Paradîgmaya xwe ya pir rengî, dewletan ditirsîne. Ji aliyê dewletan ve weke gefekê tê dîtin û di vê çarçoveyê de êrîş lê tê kirin. Kurd fedakariyên mezin dikin, berdêlên giran didin, lê ji biratî, wekhevî, azadî û jiyana azad a gelan tawîzê nadin. Îtiraza xwe ya li dijî netewe dewletên statukoparêz ên li herêmê, bi organîzasyonên leşkerî û siyasî yên mezin dixin meriyetê. Ev yek ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e. Lewma Kurd weke aktorekî girîng ê sedsala 21'an pêşengiyê ji sîstema demokratîk re dikin."