Kongreya Star li dijî komkujiyên dewleta Tirk bang li gelan kir

Koordînasyona Kongreya Star-Rojava komkujiya ku dewleta Tirk li Qamişloyê pêk anî, şermezar kir.

Koordînasyona Kongreya Star-Rojava têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê pêk anî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Wekî her roj li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirin û sûc li dijî sivîlên ku xak, rûmet û şêniyên xwe diparêzin, îro dîsa sivîl hatin hedefkirin. Ev sûc ê şer û sûcekî der mirovî ye. Em wekî gel li ser xaka xwe ne û ji bo jiyaneke hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de dixebitin û wekî gelê Kurd xwedî xet û projeyek in ku banga rûniştandina rêgezên neteweya demokratîk dike.

Berêvara îro 9'ê Mijdara 2021'an, balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo erebeyeke sivîlan bombebaran kir. Di erebeyê de 3 kes ji malbatekê de hebûn ku erka xwe ya malbatî li bajar pêk dianîn. Di bomebebaranê de bavê rûhî û bapîrê malbata Gulo, Yûsif Gulo, Mezlûm Gulo û Mihemed Gulo yê ciwan şehîd bûn. Em Koordînasyona Kongreya Star vê êrişî bi tundî şermezar dikin.

Ev kiryar nîşana îflasa dewleta Tirk e. Îro jî sivîl kirin hedef da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û rewşeke aloz biafirîne, bi hedefgiritna malbata welatparêz a ku di oxira jiyaneke bi rûmet de berdêlên giranbuha dide, hewl de projeya Rêveberiya Xweser ji cewherê wê derxe.

Em bang li tevahî aliyên li ser xaka me ne, dikin ku êrişên dewleta Tirk li dijî xak û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin bi lez destwerdanê bikin ku van sûcên hovane rawestînin."