Kongreya Star ji bo dawîanîna li dagirkirina Efrînê bang kir

Koordînasyona Kongreya Star, di salvegera 3'emîn a dagirkirina Efrînê bi destê dewleta Tirk, daxuyaniyek da. Koordînasyonê nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî da û ji bo bidawîkirina dagirkeriyê bang kir.

Koordînasyona Kongreya Star, di salvegera 3'emîn a dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî çar salan ji êriş û dagirkeriya li ser herêma Efrînê ku ji aliyê welatî û gelê wê ve berxwedaniyeke bêhempa hate nîşandan, li hemberî hemû tang û top û balafirên dagirkeriya dewleta Tirk li berxwedan. Vê berxwedanê ji gundên li ber sînoran dest pê kir da gihîşt nava bajar û 58 rojan berxwedaneke dîrokî meşand. Destanên qehremanî û dîrokî nivîsandin û mînakên wê jî berxwedana Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê bû.

Dewleta Tirk bêyî bikaranîna çekên giran û balafiran nekarîbûn ku Efrînê dagir bikin. Bi êrişên xwe yên hewayî û erdî bi hev re Efrîn û bi perwerdekirin û şandina bi deh hezaran çeteyên cîhadîst ên  bi navê Artêşa Azad tên binavkirin, dorpêç kir . Li pêş çavê tevahî hêzên navnetewî ev hovîtî hate kirin. Di vir de berjewendiyên dewletan xwe avêtin nav, gelek peyman û itîfaq li ser parçekirina hin deveran ji  axa Sûryayê hatin çêkirin, li ser hesabê gelê Sûriyê ku ev gel herî zêde ziyan dît û neçarî koçberiyê hate kirin.

Gelê Sûriyê rastî hemû rengên êrişan hatin, ji dizî, desteserkirin, xwînrijandin, kiryarên şer , hilweşandina şûnwarên dîrokî, birîna daran, guhertina demografî û qedexeya zimanê kurdî û bi darê zorê  zimanê tirkî dan xwendin. Herêma beriya dagirkeriyê herî zêde tê de aramî  û ewlehî hebû Efrîn bû û tevahî koçberên Sûriyê yên ku di encama şeran de koçber bûn berê  xwe didan Efrînê . Efrîn bi cudahiya xwe ya çandî û jiyana hevbeş navdar bû. Projeya Rêveberiya Xweser tekane riya çareseriyê bû ku Sûriya ji nijadperestiyî, olperestî, mezhebî û nijadperestiyê xelas bike. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl da dawiyê li projiya jiyana hevbeş û demokratîk bîne li herêmê. Ji ber ku ev proje xeterî ye li ser pergalên  desthilatdar û dîktator. Dewleta Tirk bi destwerdan û hovîtiya xwe rûyê  xwe yê rast eşkere kir piştî  têkbirina DAIŞ`ê li ser destê şervanên  QSD, YPG û YPJ ê hate zanîn ku nûnerê herî bilind yê DAIŞ`ê ye û dixwaze destkeftiyên şoreşa me tune bike. Dewleta Tirk bi van kiryaran jî bes nebû, lê belê  ji bo armanca xwe ya têkbirina xweseriya demokratîk were bicihanîn , êrişên xwe  li ser herêmên wek   Girê Spî, Serêkaniyê û niha jî bê navber êrişî Til Temir, Zirgan, Şehba û Eyn îsa dike . Ev êriş li ber çavê tevahî cîhanê, saziyên hiqûqî û mafê mirovan pêk hatin û ev hêz  bûn tamaşevan ji van êrîşan re.

Em van hêzên navnetewî  şermezar dikin ku bi vê bêdengiya xwe destek dide  kiryarên dagirkeriyê û qirkirina çandî, siyasî û guhatina demografî, koçberiya bi darê zorê  ku di derheqê gelê Efrînê de  tê kirin û kiryarên ku rojane tên kirin di der heqê welatiyan de. Her wiha hîna gefên dagirkeriyê li ser herêmên dîtir jî berdewam in. Ji bo vê yekê bangewaziya me ji bo tevahî hêzên navnetewî û hiqûqî heye ku bi erkê xwe yê mirovî rabin dawî li dagirkeriya Efrînê bê kirin û ewlekariya  Efrînê were misogerkirin . Em weke rêxistina Kongreya Star soz didin ku em ê asta têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin da ku em Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, destkeftiyên Şoreşê û ewlehiya Rojava  biparêzin û ta pêkanîna projeya netewa demokratîk  û jiyana hevbeş ji bo tevahî pêkhateyên herêmê,  em ê li ser piyan bin û xeta şehîdan bişopînin."