Kongreya Star Hevrîn Xelef û Dayika Eqîde bi bîr anî

Kongreya Star di şexsê Hevrîn Xelef û Dayika Eqîde de şehîdên Serêkaniyê hatin bîranîn û hate diyar kirin ku wê ji bo pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd li ser şopa berxwedana wan bin.

Koordînasyona Kongreya Star bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta Hevrîn Xelef û dayika Eqîde daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 9'ê Cotmeha 2019'ê de, êriş û planên dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê ya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  dabû destpêkirin, hîn ta roja îro jî berdewam dike û ji bo sîstema neteweya demokratîk ji holê rabike bi dijwarî hemû xwînxariya xwe didomîne û bi rêya şerê taybet ve êrişên xwe dide meşandin.

Di salvegera şehadeta hevala Hevrîn û Dayê Eqîde de, em hemû şehîdên Serêkaniyê  bi rêzdarî bibîrtînin û bi dilsoziya xwe ya ji bo  têghiştina û pêkanîna azadiya şoreşa gelên demokratîk , bê navber didomînin. Berxwedanî û hêza jinên şoreşger û berxwedêr wê hertim  berdewam e. Tola şehîdên azadiyê û ji bo wekheviya civakê têkoşiyan, tu carî nayê jibîrkirin û her zindî ne di dilê me de dijîn. Em ê bi hezaran xeta wan a îdeolojiya azadî û demokrasiyê bişopînin û hemû xewin û xeyalên wan bi cih bînin.

Di 12'ê Cotmeha 2019'ê de, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşerojê hevala Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta Tirkiyeyê ve hate şehîdxistin. Wek pêşeng rêveberî kir,  ji bo avakirina civakek demokratîk ku hemû pêkhate bi hev re lê bijîn, her jiyana xwe kire xizmetê ji bo pêkanîna  projeya neteweya demokratîk û avakirina civakek wekhev. Bi salan ji bo bidetxistina azadiyê, xebatên giranbûha da meşandin. Her wiha ji bo  azadiya civaka xwe jî di gelek kar û xebatên rêveberiyê de bi fedekarî, cihê xwe girt. Herî dawî jî dema ku li ser kar û erka xwe bû ji aliyê dijminê hovane, bi êrîşeke sûîqestê ve hate şehîdxistin.

Di heman demê de, Erdogan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên kesayetî û desthilatdariya xwe winda neke û domdar bike di şerê Serêkaniyê de komkujî li dijî sivîlan pêk anî. Mirovên sivîl û dayikên  ku xwestin pêşiya dagirkirinê bigrin yek ji wan dayikan jî dayê Eqîde bû, ku di oxira parastina welatê xwe de canê xwe da û ji aliyê dijmin ve hate şehîdxistin. Erdogan ji bo vegera xeyalên împaratoriya Osmanî hemû şêwazên faşîst û kiryarên qirêj bi kar tîne . Ev rewş û pêvajoya herî dawî, têkçûna Erdogan îfade dike. Ji bo wê jî beriya ku biçe hemû rêbazên talankirin û tunekirinê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne

Em wek Kongreya Star vê komkujiya hovane û dijî mirovahiyê ya ku li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li dijî jinên azadîxwaz, şoreşger û mîlîtanan  rêxistinên jinan ku hedef digirin; em van sûcên şer û kiryarên qirêj ên deweleta Tirk û hevkarên wê  bi awayekî tund  şermezar dikin. Bi  heman şêwazî herî dawî li Kobanê li dijî her sê hevalên me yên jin dayê Emîne, Zehra û Hebûn dan meşandin û komkujî pêk anîn. Ev komkujî polîtîkayên qirkirin  pêşengtiya şoreşa jinên Rojava îfade dike.

Ev yek tu carî wê moralê me nexîne û îrada û vîna me neşikêne, lê berovajî wê em ê asta  berxwedan û têkoşîna azadiya xwe bilindtir bikin û xwedîderketina li doza hevrêyên xwe yên şehîd, em ê tola şehîdên têkoşîna azadiyê hilînin û bibin şopdarê rêya wan da ku daxwazên wan ên azadiyê pêk bînin û mezintir bikin. Ronahî û agirê Şoreşa azadiyê wê her tim zindî be û ti carî venemire.

Em wek Kongreya Star ev êrişa dijmin a li ser hevala Hevrîn û dayê Eqîde bi dijwarî şermezar dikin û helwesta xwe bi awayeke tundî li hemberî hemû hêzên dagirker û raya giştî didin xuyakirin. Pêwîste hemû tevgerên jinan li seranserî cîhanê û hemû gelên têkoşer û azadîxwaz li hemberî vê êrişa bêbext û dijwar, sekineke dîrokî bidin diyar bikin û helwesta xwe yên têkoşîn û azadiyê bikin yek.

Her wiha bêdengiya rêxistin û saziyên navneteweyî û hiqûqî rexne dikin û dibêjin bêdengiya we tê wateya hevkariya we ji bo pêkanîna van sûcên şer û kiryarên qirêj e. Divê ev sûc werin şopandin û hesabekî naneteweyî were xwestin û edalet bi cih were û ev dagirkerî li ser herîmê me di dawî bibe. Sazî û rêxistinên mirovahî bi erka xwe ya mirovahî rabe bi rengekî lezgîn ji ber xeteriyên dewleta Tirk û hevkarên wê hîn berdewame û xwe berferhtir dike."