Kongreya Star êrişa li Şengalê û hêzên bêdeng dimînin şermezar kir

Kongreya Star êrişa li Şengalê şermezar kir ku di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû û sersaxî xwest.

Kongreya Star di destpêka daxuyaniya xwe de got: "Ji despêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avakirina statuya xweseriya demokratîk êrişên dewleta Tirk nehatiye rawestandin, heya vê kêliyê êrişên wan berdewam dikin, pêşengên projeya rêveberiya xweser dikin hedefa êrişên xwe. Her kes vê polîtîkaya dewleta Tirk ya dagirkeriyê, ya qirkirin û desteserkirinê dizane, ev êriş jî her li ber çavên dunyayê tê kirin, lê mixabin dema êriş li ser gelê kurd û projeya wan pêk tên saziyên mafên mirovan û hêzên navnetweyî lal dibin."

Kongreya Star îşaret pê kir ku êrişa li dijî şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî jî bi heman armancê pêk hatibû û wiha diyar kir: "Gelên Êzîdxanê yên ku bi biryara xwe bi rê ve bibin û êdî li hember qirkirinekê din xwe biparêzin, rêveberiya xwe ya xweser, artêşa xwe û asayîşa xwe ava kirin, îro dîsa bi qirkirinê re rû bi rû tên.

Eger îro ev êriş di kesayeta şehîd Merwan Bedel Xwedêda de hat kirin, tê wateya ku dewleta Tirk projeya rêveberiya xweser qebûl nake û bi her awayî  metirsiyên wê hene ku fikirekî demokrat belav bibe û tevahî gelên azadîxwaz jî pêşengiyê jê re bikin, êdî bi van êrişan dixwazin tirsê di dilê gel de çêkin."

Kongreya Star wiha lê zêde kir: "Em êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê û armancgirtina hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şermezar dikin, her wiha em hikumeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê jî şermezar dikin ku ezmanê wê vekirî ye û di nava xwe baregehên dewleta Tirk dihewîne û li beramber van kiryaran bê deng e.

Dîsa em dibêjin şehadeta pêşengan israr û hêza me ji bo tolhildan û serxistina projeya rêveberiya xweser xurttir dike.

Sersaxî ji malbata şehîd Merwan Bedel Xwedêda û tevahiya gelên Êzîdxanê re."