Kongreya 9’emîn a PYD’ê li Hesekê dest pê kir

Kongreya 9’emîn a PYD’ê li Hesekê dest pê kir. Tê payîn ku wê kongre du rojan bidome û di kongreyê de tevî hevserokan meclîsa partiyê jî were hilbijartin û rêziknameyê pêşkêşî dengdanê bikin.

Bi dirûşmeya "Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokratîk ava bikin", li gorî rêziknameya partiyê ku her du salan kongra bê lidarxistin, Kongreya 9'emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê dest pê kir.

Li gorî komîteya amadekar, 700 delege ji endam, nivîsgeh û nûnerên partiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û Ewropayê tev li kongrayê bûne.

Kongre li Hola Serdem a bajarê Hesekê tê lidarxistn, ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah, wêneyên şehîdan û alên PYD'ê hatiye xemlandin û nûnerên zêdetirî 32 partî û komên siyasî yên Kurd tevlê bûne.

Her wiha bi dehan nûnerên partiyên siyasî yên Ereb, Suryan û saziyên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, hin berpirsên din û Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso û Rûken Ehmed tev li kongrayê bûne.

Li gorî komîteya amadekar, wê kongra 2 rojan dewam bike. Hevserokatiya PYD’ê dê axaftina destpêkê bike, piştre li ser navê Saziya Gaziyên Şer, Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kongra Star dê axaftin werin kirin. Piştre dê rapora salane were xwendin û rêziknameya partiyê were nîqaşkirin û erêkirin. Di dawiya kongrayê de dê hevserokatî û mecliseke nû ya partiyê bê hilbijartin.