Kongre Star: Em ê piştgiriyê bidin têkoşerên zindanan

Kongre Star li Şehbayê bangî hemû jinên cîhanê kir da ku tevlî dengê wan bibin û bêdengiya cîhanê ya li hemberî grevên birçîbûnê bişkînin.

Kongre Star ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û bêdengiya cîhanî ya li hemberî tecîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kampa Berxwedanê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, “Li hemberî kiryarên dewleta Tirk a faşîst û ji ber grevên birçîbûnê yên di zindanên Tirkiyeyê de em bêdengiya cîhanê şermezar dikin.

Grevên birçîbûnê ketiye rewşeke hesas û çalakger hatine asta şehadetê.

Em hurmetên xwe pêşkêşî şehîdên berxwedêr re dikin û silavê xwe ji berxwedêrên greva birçîbûnê û ji Leyla Guven re dişînin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku bila dengê xwe tevlî yê me bikin.”

Daxuyanî bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û bi ‘Bijî jinên azad’bi dawî bû.