Kongra Star li dijî dagirkeriyê starta çalakiyan da destpêkirin

Kongra Stara ya herêma Efrîn û Şehba ji bo şermezarkirina dagikeriya dewleta Tirk û gefên wê starta çalakiyan da destpêkirin.

Kongra Star a herêma Efrîn û Şehba bi diruşmeya “Ax û rûmetê xwe biparêzin, dagikeriyê û DAÎŞ’ê têk bibin” bi meşeke girseyî ya ji nevçeya Ehdas heta gundê Meratê El-Mislmiyê li dijî dagirkeriyê starta çalakiyan da.

Di destpêka meşê de wêneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan hate hildan û pankatên bi nivîsênb “Berxwedan jiyan e”, “Her der Kurdistane her der berxwedan e”û “Ne ji Îxanetê re” vekiribûn û dirûşmên ‘Jin jiyana azadî’ û ‘Şehîd nemirin’ hatin qîrkirin.

Jinên ku tevlî meşê bûne, nêrînên xwe ji ANF’ê re parvekirin.

‘JIN RABIN FAŞÎZMA ERDOGAN HILWEŞÎNIN’

Jinên bi navê Heşêm û Hêvîn Bekir xuya kirin ku dewleta Tirk bi êrîşa xwe ya hovene dixwaze tirseke di nav gel belav bike, lê wê bi têkoşîn û berxwedaniya xwe faşîzmê hilweşînin û ev hate gotin: “Em jin li herêma Şehba bi Kurd, Ereb û Tirkmana xwe bangî hemû jinên cîhanê dikin, bila rabin ser piyan û dewleta Tirk a faşîst hilweşînin.” Jinan ragihand ku li dijî dagirkeriyê ew starta çalakiyan didin destpêkirin.

‘ERDOGAN DIBÊJ EZ ŞERÊ TERORÊ DIKIM; SÊ ZAROKÊN MIN ÊN BIÇÛK MIRIN’

Jinê bi navê Binefş Cimo xuya kir ku 3 zarokên wê biçûk ji ber toparakirina dewlata Tirk li ser herêma Efrînê mirine û got: “Bila Erdogan qet nebêje ku ez li dijî terorê şer dikin ji ber ku 3 zarokên min biçûk ji ber toparakirina dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan.”

WÊ TÊKOŞÎNÊ XURTIR BIKIN

Di dawiyê meşê de kongra Star daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de xuya kririn ku wê rengê têkoşîna xwe xurtir bikin û bangî hemû jinên Kurd û cîhanê kirin ku li hemberî dagikeriyê serî hildin.