NÛ BÛ- Konferansa Efrînê: Divê bi lezgîn Efrîn bê azadkirin

Di ‘Forma li Efrînê Guherîna Demografîk û Paqijiya Etnîk ya Navneteweyî’ de ku li navçeya Amûdê ya Qamişlo ku piştî sê rojan hate gotûbêjkirin û şûnde bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de banga azadiya Efrînê hate kirin.

Di ‘Forma li Efrînê Guherîna Demografîk û Paqijiya Etnîk ya Navneteweyî’ de ku dewleta Tirk li Efrînê guhertinê demografî û paqijkirina etnîkî dike hate nirxandin û şûnde bi dawî bû.

Pisporê Ewlekarî ya Navneteweyî û Dîroknas Stanîslav Ivoanov a di rûniştina dawî de mafê axaftinê girt, dewleta Tirk ciwanên Kurd ên bi lehengî li dijî komên terorîst ên navneteweyî ku li Rojhilata Navîn li ber xwe didin dike hedef.

Rapora Ivanov a ji bo formê şandî ji aliyê endama NRLS’ê Cîhan Xelîl ve hate xwendin.

Di raporê de ev tişt tê gotin:

 “Di navbera Amûdê û Moskovê de bi hezaran kîlometere hene, lê gelek hemwelatiyên Rûsyayê bi fikir û ruhê xwe ve bi we re ne. Destpêkê ez dixwazim vê firsenda beşdariyê bi kar bînim û heyraniya xwe ji bo qehremaniya şervanên Kurd ên ku li dijî çeteyên DAÎŞ û dagirkerên Tirk tê koşiyan, binîm ziman. Mêrxasî û cesareta keç û xortên Kurdistanê wê bikeve dîroka mirovahiyê. Gelek ji wan jiyana xwe feda kirin da ku şaristaniya me ji ‘hêl û reşkujiya sedsala 21’an’, ya bi navê xelîfeta îslamîst biparêzin.

Di heman demê de Erdogan piştgirî dida cîhadîstan, desthilatdariya Sûriyê û Iraqê ya rast ji hemwelatiyên xwe re îxanet kir û bi tirsonekî li binerdkên qesrên xwe rûdiniştin, artêşên wan bi sosretî direviyan û cebilxaneyên xwe li holê dihiştin. Lê têkoşerên Kurd bi çekên sivik karibûn bersiveke layîq bidin çeteyên DAÎŞ’ê yên ku bi serepiyan ve bi tank û hewanan dagirtî bûn. Parastina lehengane ya Kobanê û dûre jî têkbirina xelîfeta Îslamî li Bakurê rojhilatê Sûriyê û Iraqê serkeftina kal û bavên me yên li hember faşîzma Hîtler bibîr anî.

Mixabiniya mezin ku ceribandinên Kurdan di vir de bi dawî nebûn. Artêşa Tirk êrîşên hewayî, lêdanên bi tank û topan li warên Sûriyê yên li ser sînor xist û bi hêzên xwe ket hundirê welêt. Enqere venaşêre ku hedefa wê têkoşînkirina li dijî şervanên Kurd ên ku barê esasî ya têkoşîna li dijî terora navneteweyî ya bi navê DAÎŞ`ê. Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê bi komkujî, paqijiyên etnîk û avabûna pêlên nû yên penaberan, pêk hat. Malên Kurdan bi malbatên çeteyên Cebhat El-Nusra û komikên wekî wê yên ji Idlib û Helebê, hatin tijîkirin.

Binpêkirina çors a hiqûqa navneteweyî û sûcên şer ên hikumeta Tirk heta niha li rastî şermezariya pêwîst a Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî yên otorîter nehatiye. Halê hazir kesek tune ye ku êrîşa siltanê Tirk ê heyama me li welatekî serbixwe yê bi navê Sûriyê de, rawestîne. Mirov nikare tiştekî ji hikumeta Sûriyê û Îranê hêvî bike. Şam û Tehranê bi tenê bi formalîte dagirkeriya hêzên leşkerî yên dewleta Tirk şermezar kirin. Lê tu tiştek ji bo alîkarîdayîna Kurdên Sûriyê nekirin. Ne tenê ev e, şandeyên Kurd heta niha jî dawetî danûstandinên li Cinêv, Astana yan Soçiyê nakin. Esad, opozîsyona Sûriyê û qaşo “garantorên çareseriya qeyrana Sûrî” di kesayeta Erdogan û atolyeyên Îranî dixwazin ji vir û pê ve jî berjewendiyên Kurdan di guftûgokirina pêşeroja Sûriyê de tune bihesibînin. Hêvî dikim ku konferansa we wê bibe pêngaveke girîng ji bo kişandina bala raya cîhanî li bûyerên li Efrînê û bi giştî li pirsgirêka Kurd. Rûsya alîgira wê yekê ye ku Kurd li hemû danûstandinên di derbarê Sûriyê de cih bigirin.

Ez di wê baweriyê de me ku serkeftina tevgera neteweyî ya Kurd bi pevrebûna hemû hêzên siyasî û civakî yên Kurdistanê gengaz û mimkun e. Rakirina nakokî û cudafikiriyên heyî yên di nav Kurdan de dikare bibe bersiva herî baş ji bo hewldanên dijminên gelê Kurd. Li Enqere, Şam, Tehran û Bexdayê hêzên wisa hene ku hewldanên mezin dikin da ku Kurdan ji hev qut bikin û di navbera wan de bêbawerî û dijminahiyê çêkin. Desthilatdariya wan welatan li ser bingeha prensîba dagirkeriya kevin, ‘parçe bike û bi rê ve bibe’, tev digerin. Dizanim, ku gelê Kurd wê neyê provokasyonan û di xwe de hêzê bibîne ku li dijî rastî û tehdîtên nû bibe yek beden! Kurd wê li herêmê cihê xwe yê hêja bigirin û bibin xwedan maf û azadiyên wekhev, tevî gelên din ên Rojhilata Navîn û qet ne girîng e ew ê mafê çarenûsa xwe bi çi rengî pêk bînin; herêmên otonom be, federasyon be, dewleteke serbixwe be yan jî endamê konfederasyonên pêşerojê be. Ya girîng ew e ku ev biryara wan a xweser be û mafên Kurdan bi awayekî zagonî werin parastin.

Ji dil û can ji beşdêrên konferansê û tevahiya gelê Kurd serkeftinan di warê parastina mafên xwe yên xwezayî û berjewendiyên neteweyî de dixwazim.”

Konferans piştî hemû nîqaş û nirxandinan bi şûnde bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de banga lezgîn a rizgarkirina Efrînê hate kirin.

Di rûniştina dawî de ku hemû nûner amadebûn, banga li dijî polîtîkayên guhertina demografî û qirkirina etnîkî derket pêş. Di rûniştina dawî de ev tişt hate gotin: “Hemû çalakiyên leşkerî û hewldanên ji bo rizgarkirina Efrînê tên kirin rewan e.”

Di encamnameya formê ya ji aliyê Profesrorê Dîroka Nûjen û Pisporê Rojhilata Navîn, Îran û Tirkiyeyê Fereh Sabir ve hate xwendin ev tişt hate gotin:

"Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bi tevlêbûna hejmarek navendên belgekirin û rêxistinkirinên hiqûqî dest bi belgekirina binpêkirinan, navên qurbaniyên sivîl ên şehîd û birîndar, her wiha wêrankirinê kirin.

Her wiha êrîşên li dijî kadoryên tenduristiyê, saziyên giştî û deverên çalakî wekî dibistan, firne, xetên ava vexwarinê, deverên şûnwarî, konvoyên piştgiriyê yên ji herêmên Bakurê Sûriyê diçûn Efrînê ku bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk ên ne mirovî hatin belgekirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagir kirin rewşeke dagirkirî ferz kirin, ku hewl didin bi vê yekê beşek ji xaka Sûriyê tevlî Tirkiyê bike. Li ser vê desthilatdariya dagirkeriyê û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî niştecihên resen berdewam kirin, polîtîkeyên koçberkirin, revandin, kuştin, dizî desteserkirina mal û milkên welatiyan, li gel wê polîtîkeyên asîmîlekirinê dane meşandin. Navên gund, bajarok û deverên din guherîn Tirkî, meteryalên zimanê Tirkî li dibistanan ferz kirin. Her wiha deverên dîrokî ku nasnameya şarestaniya herêmê diyar dike rûxandin, bi wateyek din endizyariya demografîk li gorî siyaseta dagirkeriya Tirkiyê ji nû ve xêz dike.

Ji ber xeteriya polîtîkaya qirkirina etnîkî û guhertina demografîk li Efrînê û her wiha li gel bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van polîtîkayan wekî Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk me pêwîstî bi lidarxistina komcivîneke navdewletî dît ku binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî gelê Efrînê teşîr bikin û dengê gelê Efrînê, belgekirina dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê bighînin civaka navdewletî rêxistin û desteyên mafê mirovan.

Komcivîna me bi amadebûna zêdeyî 150 akademisyên, siyasetmedar, hiqûqnas hate lidarxistin, her wiha hin kesayetên din ji deverên cîhanê bi rêya skype û bi dîmen beşdarî komcivînê bûn.

Di van nîqaşan de çawaniya rawestandina guhertina demografîk hatin gotûbêjkirin û gavên ber bi rizgarkirina Efrînê ve bi hemû rêbazên siyasî, çandî, aborî, civakî û dîrokî hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşên berfireh me li ser van pêşniyaran li hev kirin.

- Ta dagirker ji Efrînê were qewitandin lomcivîn, kongre li welatên xwedî giraniyeke herêmî û navdewletî werin lidarxistin. Navend amade ye ku piştgiriya van çalakiyan bike.

-Komîteyek ji hemû nasnameyên cuda were avakirin da ku biryar û pêşniyarên komcivînê bişopînin.

-Navenda belgekirina kiryarên Tirkiyê li Efrînê were vekirin.

-Xebatên doplomasî li rêxistinên fermî û yên ne fermî ji bo Efrînê bêne xurtkirin.

-Komîteyeke qanûnî were avakirin, erka komîteyê gilînameyan radestî dadgehên navdewletî bike û binpêkirinan li gel saziyên hiqûqî yên navdewletî û rêxistinên civaka navdewletî belge bike.

-Saziyek ragihandinê were avakirin ku binpêkirinên dewleta Tirk teşhîr bike.

-Piştgirî bi gav û tedbîrên ku vegera niştecihên Efrînê mîsoger bike bê avakiri . Her wiha milkên şêniyên Efrînê ku hatine desteserkirin li gorî rêbazên rewa û qanûnên navdewletî û peymanên mirovî were vegerandin.

-Bang li gelê Kurd, gelê Sûriyê û dostên wê werin kirin ku çalakiyên xwe yên bi armanca rizgarkirina Efrînê (Çiyayê Kurmênc) xurt bikin û rojek wekî piştgiriya Efrînê were ragihandin.

-Banga ferzkirina qedexekirina hawayî li herêmên Bakurê Sûriyê bê kirin da ku şêwazê dagirkeriyê ya Efrînekeke din neyê dubarekirin.

-Navên fermandarên leşkerî yên Tirkiyê û çeteyên wê ku êrîşî Efrînê kirine werin belgekirin da ku sewqî dadgeha navdewletî werin kirin.

-Bang saziyên mafê mirovan ên navdewletî were kirin da ku bi awayekî lezgîn alîkariyê ji şêniyên Efîrnê re yên li Şehbayê bişînin."