Komploya 9’ê Cotmehê li Şehba bi meşeke girseyî hate protestokirin

Bi hezaran welatiyên Efrînê yên li Şehba ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagiker ji Efrîn koçber bûbûn, bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin.

Bi hezaran welatiyên Efrîn li Şehbayê bi dirûşma ‘Em Pilangeriya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar dikin’ li gundê Til Qerah a Şehba dest bi meşeke girseyî kirin.

Meş bi hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û posterên tevgerên azadiyê, ji ser rêya Til Sûsinê ber bi Kampa Serdem ve ketin rê.

Li kampê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê û şûnde li ser navê sazî û meclîsan axaftin hate krin.

Endama Rêveber a Meclîsa Jinên Şehba Rîhab Çeto jî di nava meşê de axivî û ev got: “Gel û Rêber Apo ji hev nayê qûtkirin.”