Komîn û meclîsên Serêkaniyê ji nû ve tên avakirin

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, komîn û meclîsên bajêr ku li gorî şert û mercên şer hatibûn avakirin, di çarçoveya pêwîstiyên nû de ji nû ve tên sazkirin.

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, meclîs û komînên bajêr ji nû ve tên sazkirin. 

Hevseroka wîlayeta Serêkaniyê Stêra Reşik li ser sedemên ji nû ve sazkirina komîn û meclîsan ji ANF'ê re axivî.

Stêra Reşik diyar kir, komîn û meclîsên bajêr di despêka şoreşê de li gor şert û mercên şer hatibûn avakirin û ji ber vê jî ew li gorî pêwîstiyan ji nû ve ava dikin. 

Reşik  got, "Di sala 2014'an dema ku me komîn ava kirin, li ser esasê sê komîteyan ava kirin. Komîteya parastinê, komîteya silhê û komîteya alîkariyê. Ji ber ku wê demê şertên şer hebû, zehmetî hebû. Her wiha gel der barê komînan de tiştek nizanî bû. Nizanî bû ku komîn çi ye, li ser çi esasê kar dike. Me di destpêkê de li ser wate û karê komînan agahî dan gel. Em li bajar û gundan geriyan û me ji gel re vegot. Heta ku gel ev nas kir û qebûl kir."

Stêra Reşik anî ziman, ku wan niha dest bi pêngavek nû kirine û wiha dewam kir: "Niha me dest bi pêngavekê kirine. Em komînên xwe piçûk dikin. Berê her komîneke me ji dused, sêsed malî pêk dihat. Niha em vê hejmarê kêm dikin. Li ser vê esasê 12 komîte tên avakirin. Ji bo em karê xwe bi hev re par ve bikin, wê ev komîte girêdayî saziyan bin."

Stêra Reşik ragihand, ev komîteyên ku hatine ava kirin her yek xwedî erk û wezîfeyekê ye û wê bi sîstema hevserokatiyê bi rê ve biçin. Reşik got, "Em du hevserokatiya derdixînin û sê endamên din jî bi hev re kar dikin. Komîteya silhê karê wê ew e ku dema pirskirêkek di taxê de derkeve, pirsgirêk di navbera jin û zilam de her wiha di komînê de derkeve çareser bike. Ji bo ku em neçin ti dadgeha. Em vegerin edet û teqelîdên xwe yên berê. Komîteya perwerdeyê girêdayî yekîtiya mamosta û girêdayî peymangehê ye. Li gor pêwîstiyan tevdigere. Dîsa komîteya parastinê heye, ew jî meclîsa xwe heye. Ji bo ku em bikaribin taxa xwe biparêzin. Çawa ku şervanên me îro di eniyan de şer dikin, em jî bikaribin, bajar û taxa xwe biparêzin. Komîteya alîkariyê jî dîsa meclîsa xwe heye û ji bo ji hemû pêwîstiyên taxê re bibe bersiv."

Reşik diyar kir, bi vî awayî  li bajêr wê 66 komîn çêbibin û der barê sîstema komîn û meclîsa rêxistinî de wiha axivî: "Piştî ku hemû komîn hatin ava kirin, wê hilbijartin bên kirin. Piştre komîn wê li hev bicivin û hevserokên bajarê diyar bikin. Dûre jî wê hevserokên wîlayetê bên destnîşankirin.