Komên dawî yên çekdar ên Humusê têne derxistin

Li herêma Humusê ya Sûriyê komên çekdar ên dawî têne tehliyekirin.

Li gorî Reutersê otobêsa ku rahiştî şervan û malbatên wan ji sektora El Waer veqetiya. Tê payin ku bi giştî 2500 kes werin tehlîyekirin.

Li ser tehliyekirina El Waer bi rejîma Sûriyê re peyman hatibû danîn, tê gotin yek ji peymana herî girîng a bi vî rengî ev e.

Komên çekdar ên ku ji Humusê derdikevin wê biçine herêma bakur a Idlibê an jî Cerablûsê ya di bin dagirkeriya çeteyên Tirkiyê de.

Humus ku yek ji bajarê mezin ê Sûriyê ye, yek ji wan bajarê pêşî bû ku rejîmê û komên çekdar 2014’an peyman danîbûn. Piştî vê peymanê ji navenda dîrokî ya bajêr 1500 çekdar derketibûn.

Ji bo tehliyekirinên dawî ev bi mehan e ku bazar dihatin kirin. Bazar bi navbeynkariya Rûsan dihate kirin. Çekdar û malbatên wan bi konvoyeke di bin kontrola leşkerên Rûs de ji bajêr hatin derxistin. Tê diyarkirin ku ev peyman ji bo hêmanên çekdar ên biyanî derbas nabe.

Meha Gulanê li herêma Şamê jî peymanên wiha hatibûn danîn. 12’ê Gulanê ji du taxên Şam ênêzî 1200 şervan û sivîl hatibûn derxistin.

Rejîm armanc dike ku herêma Şamê bi temamî ji komên çekdar pak bike. Ji du salan ve ye ku gelek qadên di destê komên çekdar de piştî ku hatiye dorpêçkirn bi peymanên hevşib ketiye destê rejîmê.