Kombenda Civakî ya Efrînê ya Kantona Cizîrê têkildarî salvegera 7'emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Îro salvegera 7'emîn a koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên herêma Efrînê ye. Di encama operasyonên qirkirina etnîkî yên dewleta Tirk û komên çete yên ku piştgiriya wê kirin de di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn hat dagirkirin, bi hezaran sivîl hatin koçberkirin û bi hezaran kes bê sûc hatin kuştin.
Şêniyên Efrînê yên ku koçberî herêmên Şehba bûne, gelek êş û azar kişandin û tevî zehmetiyên jiyanê jî 7 salan bi hêviya vegerê li wê herêmê man. Di berfanbara sala 2024’an de ji ber êrîşên komên çete yên bi piştgiriya dewleta Tirk, dîsa ber bi rojhilatê Firatê ve bi darê zorê hatin koçberkirin."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Em weke Kombenda Efrînê ya Civakî, bi bîranîna vê bobelata mirovî, tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina edaletê ji bo qurbaniyan û hesabpirsîna berpirsên van tawanan dikin. Her wiha em bang li saziyên mafdarî yên navneteweyî û desthilata veguhêz a Şamê dikin ku tedbîrên pêwîst ji bo garantîkirina mafên gelê Efrînê û vegera wan a bi ewle bo malên xwe bistînin. Her wiha em bang li dewleta Tirk dikin li ser esasê pirensîbên aştî û cîrantîyê careke din li siyaseta xwe ya li beramberî kurdên Efrînê vegere û berçav bigire.
Li ser vê bingehê em daxwaza pêkanîna van bendan dikin:
1- Divê li gorî mekanîzmayên dadweriya veguhêz, hesabpirsîna sûcdarên şer bê kirin û ji cezakirinê xilas nebin û pêşî li dûbarebûna binpêkirinan bê girtin.
2- Dabînkirina vegera ewle ya xelkê Efrînê ji bo malên xwe were kirin û dabînkirina ewlehî û selametiya wan ji aliyê hikûmeta veguhêz a demkî ya Şamê were tekezkirin.
3- Divê çavdêrîkirin û pêkanîna vegera ewle bi hemahengiya li gel rêxistinên mirovî û dezgehên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî were çavdêrîkirin û pêkanîn.
4- Divê gelê Efrînê xwe bi rêve bibe, bi awayekî ku dadmendiyê pêk bîne û binpêkirin neyên dubarekirin.
5-Divê dabînkirina vegerandina koçberên Sûriyê yên ji parêzgehên din ên li herêma Efrînê bê kirin û ew vegerin gund, bajar û bajarokên xwe yên resen, bi mercê ku desthilata Şamê berpirsatiya vê yekê rake ser xwe.
Berdewamkirina van êşan binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e, ji ber vê yekê em pabendbûna xwe bi mafên xwe yên rewa tekez dikin û em bang li hemû aliyên pêwendîdar dikin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî li beramberî bûyerên ku li Efrînê qewimîne û diqewimin ragirin ser xwe."